Demîrel li Meclîsê pirsî: Hûrşît Kulter li ku ye?
Cîgira Serokê Koma HDP'ê ya Parlamenterê Çaglar Demîrel, rewşa rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hûrşît Kulter ê bi rojan e agahî jê hatiyê girtin, xist rojeva Meclîsê.

Rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hûrşît Kulter di 27'ê Gulanê de hat binçavkirin û ji hingî ve agahî jê nayê girtin.
Demîrel diyar kir, li gorî agahiyên malbatê û şahidan ji wan re ragihandine, Kulter hatiye binçavkirin û got, "Lê belê rayedar li ser rewşa Kulter ti agahiyan nadin. Parêzeran serî li emniyetê dan, lê ji parêzeran re hat ragihandin ku Kulter ne di destê wan de ye. Lê belê di adreseke twîtterê ya ji aliyê tîmên taybet ve tê bikaranîn de hat ragihandin, ku Kulter di destê wan de ye. Di twîtterê de wêneyên vê jî hebûn.
Em li aqûbeta Hûrşît Kulter dipirsin. Hûrşît Kulter li ku ye? Ji bo aqûbeta Kulter mîna windakirinên di binê çavan de yên salên 90'î kiryar nediyar nemîne, divê heyetek ji Civata Giştî biçe Şirnexê û lêkolînan bike. Em vê daxwazê li Civata Giştî ya Meclîsê dikin."