Ji bo çalakiya sibe ya li Strasboûrgê banga tevlîbûnê hat kirin

Nûnerên 400 saziyên Kurd ên li Strasboûrgê tevlî çalakiya nobedê bûne, ji bo çalakiyên girseyî yên sibe û roja Şemiyê yên li Strasboûrgê banga tevlîbûnê kirin.

Nobeda nûnerên saziyên Kurd a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Têkildarî vê çalakiya ku dikeve sala xwe ya pêncan, em bi nûnerên saziyên Kurd re axivîn. Nûneran bang li gelê Kurd kirin, ku li dijî polîtîkayên hevnegirtî yên welatên Ewropayê, li her cihî rabe ser piyan.

Ji Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) Alî Matûr da xuyakirin, ku ew weke rêxistina TEV-ÇAND'ê ya Swîsreyê tevlî çalakiyê bûne û diyar kir, di şexsê Ocalan de daxwaza azadiya 49 mîlyon Kurdan û Kurdistanê tê kirin. Matûr bibîr xist, azadiya Rêberê wan azadiya Kurdistanê ye û ji bo çalakiya dawiya hefteyê banga tevlîbûneke girseyî kir.

'JI BER PEYMANÊN NAVBERA XWE, ÇAVÊN XWE LI POLÎTÎKAYÊN ŞER DIGIRIN'

Ji NAVD-DEM'ê Fatoş Goksûngûr anî ziman, ku ew dixwazin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd bê rakirin û balê dikişînin ser komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê kiriye û dike. Goksûngûr işaret bi polîtîkaya durû ya Ewropayê kir û got, "Ji ber peymanên bi Tirkiyeyê re kirine, hiqûqa xwe binpê dikin û çavên xwe li polîtîkayên di peymanên navneteweyî de weke binpêkirina pîvanên şer tên pênasekirin, ji nedîtî ve tên. Em van polîtîkayan şermezar kirin, lê di heman demê de berxwedana me wê dewam bike." Goksûngûr diyar kir, azadiya Ocalan hemû Kurdan eleqedar dike û bang li Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn kir, bi berpirsyariyên xwe rabin.

Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Viyanayê Osman Ayaz got, "Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan, çi ji destê me bê em ê hewl bidin bikin. Heta ku Rêberê me azad bibe, wê çalakiyên bi vî rengî bênavber dewam bikin."

'PÊWÎSTE ENDAMETIYA TIRKIYEYÊ YA LI NAVA KONSEYA EWROPAYÊ JI NÛ VE BÊ NIRXANDIN'

Ji Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan (NAV-YEK) Cahît Zerdeştî destnîşan kir, ku heta Ocalan azad nebe, pirsgirêkên Tirkiyeyê û hemû welatên Rojhilata Navîn çareser nabin. Zerdeştî diyar kir, dem hatiye dewletên Ewropayê endametiya Tirkiyeyê ya li nava Konseya Ewropayê ji nû ve binirxînin û ji ber pêkanînên li dijî mirovahiyê yên li hemberî gelê me kiriye, endametiya Tirkiyeyê betal bikin.

'EM SIBE LI STRASBOÛRGÊ BIN'

Alî Poyraz ê li ser navê Meclîsa Gel a Îngilîstanê tevlî çalakiyê bûye got, "Em ê heta 26'ê Hezîranê li vir bin. Beriya her tiştî em bang li her kesê ji xwe re dibêje 'ez mirov im' dikin ku beşdarî çalakiya girseyî ya sibe bibin. Ji bilî vê çalakiyê, çi li Japonya, Kanada û Awûstralyayê, divê Kurd li her cihê lê ne çalakiyan lidar bixin.

Li ser navê Nûnertiya PYD'ê ya li Strasboûrgê Hesen Efrîn bal kişand ser girîngiya çalakiyê û got, "Bi nêrînên Serok, Rojhilata Navîn û welatên din ên cîhanê êdî gihaştine nuqteyekê. Rojava êdî ber bi azadiyê ve diçe; li Bakur jî wê bi rengekî çareserî peyda bibe. Di nêzîkatiya Ewropayê ya li pirsgirêka Kurd de guhertineke cidî çêdibe. Ev hemû bi saya nêrînên Serok Apo çêbûn. Em jî ji bo azadiya wî her tim li ser piyan e û divê em vê sekna xwe bidomînin."

KOÇ: DIBIN HEVPARÊ POLÎTÎKAYÊN QIRÊJ ÊN ERDOGAN Û AKP'Ê

Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç da xuyakirin, ku ev nobed ji bo wan destpêkek e û got, "Piştî pêkhatina kongreya me, destpêkirina çalakiyan e. Em ê bi rengê 'Ji Serok Apo re azadî, ji Kurdistanê re statu' çalakiyên xwe bidomînin. Beriya niha 10 mîlyon îmze ji Konseya Ewropayê û CPT re hatibûn dayîn. Em li benda bersivekê ne."

Koç diyar kir, ew dizanin welat û hikûmetên Ewropayê hevpariyê ji polîtîkayên qirêj ên Tayyîp Erdogan û AKP'ê re dikin û got, "Lê belê tevî vê helwesta dewletên Ewropayê jî, ew dizanin gel destekê didin wan û asteke xurt a sempatiyê heye."

Koç têkoşîna Kurdan a li hemberî DAIŞ'ê bibîr xist û got, "Eger li Rojhilata Navîn daxwaza aştiyê tê kirin, rêya vê jî paradîgmaya Ocalan e. Serok Apo ne tenê ji bo Kurdan, divê ji bo aştiya tevahiya Rojhilata Navîn azad bibe."

BANGA JI BO ÇALAKIYA SIBE

Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç bibîr xist, ku wê sibe bi tevlîbûna heyeta HDP'ê civîna çapemeniyê were lidarxistin û dûre mîtîng pêk were. Koç ji bo civîna çapemeniyê û mîtîngê banga tevlîbûneke xurt kir.

...