Ji bo Fîncanci, Nesîn û Onderoglû “Nobeta Azadiyê”

Ji ber girtina Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci, Rojamevan Erol Onderoglû û Nivîskar Ahmet Nesin ji aliyê gelek rêxistinên civaka sivîl ve li pêşiya Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Bakirkoyê “Nobeta Azadiyê” hate destpêkirin.

Piştî ji ber tevlî kampanyaya “Gerînendetiya Nobedar a Weşana Giştî” ya rojnameya Ozgur Gundemê bûn, Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci, Nivîskar Ahmet Nesîn û Nûnerê Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ê Tirkiyeyê Erol Onderoglû hatin girtin. Dozgeriyê jî bi lezûbez der heqê wan de îdîaname amade kirin. Bi armanca protestokirina girtinan, ji aliyê gelek rêxistinên civaka sivîl ve li pêşiya Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê “Nobeta Azadiyê” hate destpêkirin. Di nobeda ku bi dirûşmeyên “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin!”, “ Şebnem, Erol, Ahmet ne bi tenê ne” destpê kir de dem bi dem dirûşmeyên “Zext nikarin me bêzar bikin” hatin qîrkirin.

“Nobeta Azadiyê” wê her roj saet di 13:00 heta 15:00’an li pêşiya avahiya Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Bakirkoyê dewam bike.