MKPE nerazîbûneke tund nîşanî AKP û Erdogan da
Nûnerên MPKE'yê, nerazîbûneke tund li hemberî polîtîkayên dij demokratîk ên AKP'ê û Serokkomarê Tirk Erdogan nîşan dan û diyar kirin, ku divê li hemberî vê kes bêdeng nemîne.
Nûnerên MPKE'yê, nerazîbûneke tund li hemberî polîtîkayên dij demokratîk ên AKP'ê û Serokkomarê Tirk Erdogan nîşan dan û diyar kirin, ku divê li hemberî vê kes bêdeng nemîne.
Di Civata Giştî ya îro ya Meclîsa Konseya Parlamenter a Ewropayê de (MKPE) rapora "Li Tirkiyê sazgerîna saziyên demokratîk" hate nîqaş kirin.
Raportorê MKPE’yê Lgebjorg Godskesen di rûniştinê de ku pêşî ew axivî wiha got: "Şerê li herêma Kurdan, qedexeyên derketina derve û tiştên ku di encama vê de rû dan, kêşeyên ku di meseleya cihêtiya hêzan de kêşeyên cidî, ewqasî sînordarkirina azadiya çapemeniyê kêşeyên pir ciddî ne."
'TIRKIYE DIVEZILE'
Endamê Demokratên Xiristiyan ê MKPE’yê Pîeter Omtzîgt jî wiha axivî: "Der heqê 2000 kesî de, doz hatiye vekirin bi hênceta ku 'heqaret li serokkomar hatiye kirin.' Tenê ev jî nîşaneya hebûna kêşeyên mezin e. Ji ber ku tenê ne li hundir her wiha li Hollandayê jî dest bi vekolînê kirin. Her tişt bi Serokwezîr ve hatiye girêdan. Ango li Tirkiyê di serî de di meseleya Kurdan de, di mijara mafên mirovan, dewleta hiqûqê de bi qasî serê derziyê jî pêşketin çênebûye, berevajiyê vê, paşdeçûyin çêbûye."
'ERDOGAN KAOSÊ FERZ DIKE'
Raportora berê ya MKPE’yê Josete Durrîeu jî wiha pê de çû, "Civaka Tirk îro di rêveqetîneke dîrokî de ye. Ber bi meyleke otorîter ve diçe. Şer tirsnak in. Erdogan artêş jî li gel xwe danî, ji Cemeeta Gulen kesek naxive. Berê xwe dayina HDP’ê, berê xwe dayina demokrasiyê ye. Rewşa di navbera Kurd û Tirkan de rewşeke hêwilnak e. Girêka van hemû probleman bi kêrî Erdogan tê. Serokkomarê Tirk Erdogan dibêje, 'An ez an jî kaos'."
'EM TIRKIYEYÊ ŞERMEZAR DIKIN'
Seroka berê ya MKPE’yê Anne Braeur jî got, "Têkoşîna li dijî terorê nayê wateya ku prensîbên dewleta hiqûqê werin binpêkirin û demokrasî ji nedîtî ve were dîtin" û wiha domand, "Li Tirkiyê mafên herî bingehîn ên mirovan têne binpêkirin, qedexeyên derketina derve, weke kul i Komîsyona Wenedîkê hatiye vegotin, nayên qebûl kirin Nayê pejirandin ku destlênedana wekîlan were kirin, em şermezar dikin. Em tiştên ku li HDP’ê, li jinan, çapemeniyê û dijberan têne kirin, şermezar dikin."
'DIVÊ HELWESTA ME ZELAL BE'
Andreh Hunko ku li ser navê Koma Çep a MKPE’yê axivî got, "Di rûniştina din de dibe ku dostên me yên HDP’yî û yên din ne li vir bin. Ji ber ku desthilatdarî dixwaze wan bavêje girtîgehê. Em wekî MKPE divê li dijî vê helwesteke zelal bin."
Endamê Koma Sosyalîst, parlamenterê Alam Frank Schwabe jî wiha got "Ku bi hûrbînî dahurandinek were kirin, weke ku li Tirkiyê plana bidestxistina dewletê heye…Eger em îro naxivin, em ê kengî baxivin? Pirsgirêkên sîstematîk hene. Medya hatiye dagirkirin. Hê doh ji ber piştevaniya li çapemeniyê 3 rewşenbîr hatin girtin. Rewşa Can Dundar berçav e. Der heqê her kesî de dozê vedikin. Têkoşîna li dijî terorê ne ev e. Divê ev were guhertin."
Wezîrê Derve yê Berê yê Yewnanîstanê, Teodarîs Bakîyanî jî got, "Çi têkiliya mafê jinan, azadiya çapemeniyê, Hevşaredar û wekîlan bi terorîzmê re heye?" û helwesta xwe nîşanî Tirkî da.
'ERDOGAN XWEST Û TUNDÎ ZÊDE BÛ'
Ji HDP’ê, endamê Koma Çep a MKPE’yê Ertûgrûl Kurkçu jî di rûniştinê de axivî. Kurkçu wiha got: "Li Tirkiyê di meseleya Kurdan de û di pirsgirêkên dî de ku di nav çarçoveya demokrasiyê de cih digirin, em nikarin başbîn bin, başbînî ji hêla desthilatdariyê ve tê kuştin…Ji dema ku Erdogan ragihand ku di meseleya Kurd de dema diyalogê qediya ye û bi operasyonên leşkerî wê mesele were çareserkirin, tundî zêde bû û hate rewşa niha ya berdest. Li gel ku HDP bi awayekî kategorîk li dijî tundiye ye jî bi teşebusa rakirina destnedanê, hewl didin ku me ji meclîsê bavêjin."