Piştî rakirina destlênedayîna parlamenteran fezlekeyên çûne ber destên dozgeran, dest bi bangkirina îfadedayîna parlamenteran kirin. Banga yekem a îfadedayînê ji bo Parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Ahmet Yildirim û Bûrcû Çelîk hate şandin.
Yildirim ê ku duh bi rêya telefonê ji bo îfadedayînê ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Mûşê hate xwestin, wiha got: “Em ji vê dewletê ne razîn e, di rewşa nerazîbûnê de jî em nabin parçeyek ji vî karî ku li dijî Destûra Bingehîn bê kirin.”
Yildirim da zanîn ku pêkanîn li dijî hiqûqa Destûra Bingehîn û Gerdûnî ye. Yildirim wiha anî ziman: “Me da diyarkirin ku ev pêkanîn ne rast in û ji bo îfadedayînê em naçin. Her wiha me da xuyakirin ku ev ne girêdayî dozger û dadgerên ku bangî me dikin e. Ev helwesta me li dijî pêkanînên desthilata siyasî ya li dijî hiqûqê ye.”
Yildirim diyar kir ku derdê wan ne ew e ku azadiya xwe ya takekesî biparêzin û wiha pê de çû, ‘’Derdê ti hevalekî me yê ku azadiya xwe ya takekesî biparêze, nîn e. Hewl tê dayin ku siberoja vî welatî were tarîkirin û îpotek bikin. Dibe fînala darbeyê be ku ev salek e berdewam dikir. Em jî bi rêyên demokratîk hewl didin ku pêşî li vê bigirin. Ji ber ku em bûne mudaxilê pêşîlêgirtina pêvajoya darbeyê, em têne darizandin Herwiha têkildarî ti îdîaya der barê me de çi hesabekî ku em nikaribin ji bin derkevin, nîn in.’’
Der heqê pirsa, ‘’ku hûn neçin dozgeriyê wê çi bibe?’’, parlamenterê Mûşê Ahmet Yildirim wiha got, ‘’Êdî ev meseleya wan e.’’
‘MIN BI KOTEKÎ BIBIN JÎ EZ Ê ÎFADEYÊ NEDIM’
Yildirim eşkere kir ku wî bi darê zorê bibin jî ew ê îfade nede û wiha domand: ‘’Em hêvî dikin ku parçeyek ji kar û kargeriya rewşa jirêzêbûna nebaşiyê ya li vî welatî, gaveke ku rageşiyê zêdetir bike, welêt bêhtir ber bi kaosê ve bibe, aramiyê li welêt nehêle û rewşa barabatbûyî aştiya civakî hê malkambaxtir bikin, navêjin. Bi ser de jî, ku gaveke wiha bavêjin wê çi bibe? Ku bi nehtoriya polîsan jî min bibin dozgeriyê wê tiştek neguhere. Ji bo vê jî şîreta min li wan ew e ku vî tiştî nekin. Dîsa jî ew dizanin. Ji ber ku ez bi dilê xwe jî biçim, bi kotekiya polîsan jî biçim, tiştek wê neguhere û ez ê îfadê nedim. Ez ê destûrê nedim ku ev qanûna dijî Destûrê ye pêk bînin. Min bibin jî tiştek wê neguhere.”