KCDK-E ji bo çalakiya li Strasboûrgê bang li Kurdan kir
KCDK-E, ji bo civîna çapemeniyê û mîtînga sibe li Strasboûrgê di çarçoveya çalakiya nobedê de werin lidarxistin, banga tevlîbûnê li Kurdan kir.
KCDK-E, ji bo civîna çapemeniyê û mîtînga sibe li Strasboûrgê di çarçoveya çalakiya nobedê de werin lidarxistin, banga tevlîbûnê li Kurdan kir.
Li ser çalakiya sibe saet di 12'an de li ber avahiya Konseya Ewropayê destpê bike, Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, saziyên navneteweyî, DYA, Yekîtya Ewropa û dewletên rojavayî bi bêdengiya xwe ya li pêşberî polîtîkayên qirêj ên Tirkiyeyê, bûne hevparê vî sûcî.
Di dewama daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku ji ber vê yekê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya nobedê li Strasboûrgê tê lidarxistin û hat gotin, bi wesîleya sala çaremîn a çalakiyê wê bi beşdariya parlamenterên HDP'ê û nûnerên pêkhateyên KCDK-E civîneke çapemeniyê û mîtîngek werin lidarxistin.
KCDK-E bang li gelê Kurd, şoreşger, sosyalîst û her kesê ji xwe re dibêje 'ez mirov im' kir ku bi şiyara '10 mîlyon mirovên ji bo azadiya Birêz Ocalan îmze dan, daxwaza azadiya Ocalan dikin û li benda bersivekê ne' beşdarî civîna çapemeniyê û mîtînga sibê bibin.
Di daxuyaniyê de her wiha Kurdistaniyên li bajarên Frankfûrt, Gîessen, Darmstadt, Maînz, Ûlm, Munchen, Mannheîm, Heîlbronn, Freîbûrg, Lahr û Stûttgart ên Elmanyayê, bajarên Strasboûrg, Metz, Nantes, Mulhoûse, Besson û Mobîllîer ên Fransayê û bajarên Bern, Basel û Zurîch ên Swîsreyê dijîn, ji bo çalakiyê hatin vexwendin.