Ji bo Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanî, Rojnamevan Erol Onderoglu û nivîskar Ahmet Nesîn bi hinceta ku tevlî kampanyaya ‘’Gerînendetiya Nobedar a Weşana Giştî’’ ya ji bo piştevaniya Ozgur Gundemê bibûn, hatibûn girtin, li gelek bajaran çalakiyên protestoyî pêk hatin. Di çalakiyan de banga xurtkirina piştevaniyê hate kirin û peyam hate dayin ku AKP/Qesr wê têk biçe.
EDENE
Şaxên ÎHD’ê û ÇHD’ê bi armanca şermezarkirina girtina Fîncancî, Onderoglu û Nesîn, li ber avahiya berê ya Edliyeya Edeneyê daxuyanî dan. Di çalakiyê de ku pankarta, ‘’çapemeniya azad nikare were bêdengkirin’’ hatibû vekirin. Egîtîm Sen, Baroya Edeneyê, ZMO, TTB, EMEP, HDP, HDK û gelek kes tevlî bûn. Parêzer Sevîl Aracî Bek ku li vir, li ser navê Şaxa Edene ya ÇHD’ê axivî diyar kir ku desthilatdariya siyasî bi armanca birîna dengên muxalîf û nixumandina rastiyê dest bi girtinan kiriye.
Serokê Baroya Edeneyê Mengucek Gazî Çitirik jî got, faşîzm sînor û rêgezan nas nake û ev girtin nîşaneya wê ne ku li Tirkiyê ti mafê jiyanê yên muxalîfan nîn e. Çitirik bi berdewamî daxuyand ku ew ê li dijî van girtinan bi awayekî xurt têkoşînê gur bikin û piştevaniyê bikin.
MÊRSÎN
Li Mêrsînê jî endamên ÎHD’ê li Parka Zarokên Azad der barê girtinan de daxuyaniyek da. Li çalakiyê pankartên, ‘’Ji Fîncanî, Nesîn, Onderoglu re azadî, bila dawî li girtinan were’’ hatin vekirin, gelek saziyên sivîl ên civakî tevlî çalakiyê bûn. Dirûşmeyên, ‘’Em serî netawînin’’, ‘’Li dijî faşîzmê mil bi mil’’, ‘’çapemeniya azad nikare were bêdengkirin’’ hatin berzkirin û Sekreterê Şaxa Mêrsînê ya ÎHD’ê Ozgur Çaglar daxuyanî da û got, di pêvajoya dawî de li Tirkiyê gel xistine nav polîtîkayên qirêj û sotîner.
Çaglar der bir ku heqekî bingehîn e ku piştevanî li rojnameyên ku weşana wan hatiye astengkirin, were kirin. Çaglar xwest ku Fîncanî, Nesîn û Onderoglu demildest serbest werin berdan.
WAN
Bi sêrkêşiya Şaxa Wanê ya ÎHD’ê jî girtina sê rewşenbîran hate şermezarkirin. ÎHD, TUYAD-DER, SES Û MHD jî tevlî çalakiyê bûn. Di daxuyaniya ku li Parka Jinan a Şengalê pêk hatî de dowîzên, ‘’Azadiya Çapemeniyê nikare were astengkirin’’,’’Ji bo em ji vê hetîketiyê re bibêjin êdî bes e, em li vir in” hatin vekirin.
Sekreterê Şaxa Wanê ya ÎHD’ê Fevzî Çakmak, got, ‘’Çapemenî guh, çav û mirêka civakê ye.’’
AMED
Li Amedê, ÎHD, MHD, TBB, TUHAD-FED, KESK li avahiya TÎHV’ê hatin gel hev û girtin şermezar kirin.
Serokê Şaxa Amedê ya ÎHD’ê Racî Bîlîcî got, Şebnem Korûr weke miroveke zanyar li cîhanê bi armanca ku sûcên li dijî miroviyê derxîne holê xebatan dike û tim li gel mexdûran sekiniye.
Bîlîcî diyar kir ku ew ê hevalên xwe yên ku ji bo ku jiyaneke birûmet parastine hatine girtin, biparêzin û ew ên li rojnamevanên ku mafê agahdarkirina gel pêk tînin, xwedî derkevin.
Endama Lijneya Rêveberiya Baroya Amedê Cîhan Îpek jî bang kir ku bila daraz ji xebatên bi armanca siyasî û di bin zordestiya siyasetê de, dûr bikeve. Endamê Konseya Navendî ya Yekitiya Tebîbên Tirk Şeyhmus Gokalp jî got, ji ber ku Fîncancî binpêkirina mafan derxistiye holê û ji ber ku gotiye li jêrzemîna Cizîrê zeniya zarokekî dîtiye, hatiye girtin. Berdevkê Demkî yê KESK’ê Salîha Zorlû jî got ew ê li gel wan kesên alîgirê ked û demokrasiyê bin û têkoşînê xurt bikin.
Yek ji damezirînerê TÎHV’ê Selîm Olçer jî got li Tirkiyê mafê mirovan li ber piyan diçe û destnîşan kir, zordestiya desthilatdariyê her ku dijwar dibe, dawiya wê jî nêz dibe. Hevserokê TUHAD-FED’ê Mehmet Temîzyuz jî got bi armanca ku dengê wan ên dijî şer were birîn û bêdengkirin ev girtin bûne.
ÊLIH
Şaxa Êlihê ya ÎHD’ê jî bi daxuyaniyekê girtina sê rewşenbîran şermezar kir. Parazvanên mafê mirovan û parêzer jî tevlî çalakiyê bûn.
Serokê Şaxa ÎHD’ê Mehmet Bagatir, got, ev girtin kêfî ne û wiha domand :‘’ Em girtina hevalên xwe yên ku azadiya derbirînê bi kar anîne û wekî parêzerên heq û hiqûqê li gel azadiya çapemeniyê helwesta xwe nîşan dane, şermezar dikin. Tirkiye ji 7’ê Hezîrana 2015’an ve di bin modêla seroktiya praktîkî de, destûra xwe daye aliyekî û hişmendiyeke nû ya bi temamî otorîter ve tê birêvebirin. Helbet, berpirsê vê yê siyasî Serokkomar e û AKP ye.’’