Li Minbicê şerên dijwar: Bi dehan çete hatin kuştin
Operasyona Şehîd Fermandar Ebû Leyla ya 1’ê Hezîranê destpê kir, didome. Di şer de ku li navenda bajêr û gundan pêk hat, herî kêm 91 çete hatin kuştin.
Operasyona Şehîd Fermandar Ebû Leyla ya 1’ê Hezîranê destpê kir, didome. Di şer de ku li navenda bajêr û gundan pêk hat, herî kêm 91 çete hatin kuştin.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li gundên El-Biwêr û Mişêrifit El-Biwêr, Îlan, Dendeniye, Bozkêc û gundê Dadat ên ku dikevin bakurrojavayê Minbicê derbên giran li çeteyên DAÎŞ’ê dan. Li van gundan herî kêm 85 çete hatin kuştin. Piştî çete şkestin, şervanan li qadê dest bi operasyona paqijkirinê kirin.
LI NAVENDA BAJÊR ŞER
Li navenda bajarê Minbicê jî şer di navbera Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên DAIŞ’ê de, bi hemû dijwariya xwe didome.
Li aliyê bakurrojhilatê bajar jî li ser riya Cerablûsê, di navbera şervan û çeteyan de şer qewimîn. Li vir jî gelek çete hatin kuştin, lê hejmara zelal nehat zanîn.
Li eniya rojavayê bajar jî li taxa El-Serab a bajar jî şerên dijwar qewimîn. Di encamê de gelek çete birîndar bûn û şervan bi pêş ve çûn.
Li eniya başûr jî pêşveçûna şervanan a ber bi navenda bajêr ve didome. Di encama şerên li vê eniyê jî gelek çete hatin kuştin û cenazeyê 6 ji wan ket destê şervanan.
DUH ÊVARÎ 6 ÇETE HATIN KUŞTIN
Duh ber bi êvarî jî Taxa El-Keclî bi temamî ji çeteyan hatibû rizgarkirin. Piştre şervanan berê xwe dan taxa El-Niêmî. Li vir şer qewimî gelek çete hatin kuştin, cenazeyên 6’an ket destê şervanan.