Pêvajoya binçavkirinê ya 30 rojî wê êşkencê zêdetir bike

Nûnerê TÎHV’ê yê li Amedê Parêzer Bariş Yavûz bal kişand ku ji ber pêvajoya binçavkirinê derket 30 rojî wê pêşî li êşkenceyê vebe, banga betalkirina Biryarnameya Hikmê Qanûnê (KHK) a derveyî Hevpeymana Mafên Mirovan a Ewrûpayê (HMME) kir.

Nerazîbûnên parêzvanên mafên mirovan û beşên demokratîk ên civakê li dijî Biryarnameya Hikmê Qanûnê (KHK) ku 23’yê Tîrmehê di Rojnameya Fermî de hate weşandin û dema binçavkirinê derdixe 30 rojî, her ku diçe zêdetir dibin.

Nûnerê TÎHV’ê yê li Amedê Parêzer Bariş Yavûz têkîldarî KHK’ê yekemîn a OHAL’ê ji ANF’ê re nirxandin kirin, binçavkirina 30 rojî wek êşkence şîrove kir û got, “Bi zêdekirina dema binçavkirinê ve, xala 15. a Hevpeymana Mafên Mirovan a Ewrûpa (HMME) ku êşkence, mûameleya nebaş û nêzîkatiyên rûmetê dişkînin qedexe dike, binpê dike.”

ASTA HEYÎ JI BO MAFÊN MIROVAN FIKARAN DIDE AVAKIRIN

Yavûz bi bîr xist ku dema rêveberiya awarte jî binçavkirin li gor 15 rojan hatibû rêkûpêkkirin, wiha dewam kir: “Wextê navborî jî bi biryara hakim herî zêde 15 rojan dikarîbû bihata dirêjkirin. Ji ber li Tirkiyeyê rêveberiya awarte nehatiye îlankirin û tevî ku xala 26. a têkîldarî binçavkirinê hatiye rakirin, rêkûpekek ku wextê binçavkirinê digihîne 30 rojan nabe ku bi KHK’ê pêk were. Eger li gor sala 1997’an ji bo herêmên OHAL’ê dema herî zêde ya binçavkirinê ji 30 rojan dadikeve 10 rojan, wê baştir bê fêmkirin ku bê niha sala 2016’an em di kîjan astê de ne û çiqasî bi fikar e.”

Yavûz ragihand ku ji ber pêvajoya binçavkirinê ya 30 rojî pêşî li ber êşkenceyê vedike wê têkîldarî rêkûpêkê di serî de DMME, li her mekanîzmayên doz û şîkayetê bidin.”

Yavûz di axaftina xwe de got, “Dîsa guhertinên lêpirsînên cur bi cur ên xala 6’emîn, sînordarkirina mafên parêzeran, rejîmên nû yên înfazê bicihkirin nîşan dide ku wê dîsa darazek taybet bê kirin û tê wateya ku heta karên darazê yên kesên ku der heqê wan de têkîldarî darbeyê xebat têne kirin bi dawî bibe wê ev KHK û lewre jî OHAL dewam bike.”

KHK’A HEYÎ DERVEYÎ DESTÛRA BINGEHÎN Û HEVPEYMANA MAFÊN MIROVAN E

Yavûz bal kişand ku xala 9’emîn a KHK’ê wek mîna xala 15’emîn a Destûra Bingehîn a 12’ê Îlonê destlênedanek teqez dide ew kesên ku di çarçoveya KHK’ê de biryarê digirin û wezîfeya bi cih tînin,

Yavûz destnîşan kir ku KHK’ê OHAL’ê ya bi nimroya 667’an hem li dijî xala 25’emîn a Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê ye û hem jî derveyî hevpeymanên  navneteweyî ne ku Tirkiye jî ew îmze kirine. Yavûz wiha dawî li axaftina xwe anî: “Biryarnameya em behsa wê dikin, çawa ku heq û azadiyan ji holê radike, her wiha wê têkoşîna bi sûcên mîna hewldana darbeyê jî zeîf bike. Lewre jî divê ev KHK’a ku mafên mirovan û serweriya hiqûqê binpê dike û hatiye amadekirin bi lezgînî bê betalkirin.”

 

...