Dayikên Şemiyê: Em ne Rewşa Awarte ,demokrasiyê dixwazin

Dayikên Şemiyê ji bo kesên hatin nebedîkirin lêgerîna xwe ya dadmendiyê didomînin. Di çalakiyê de li aqûbeta Suleyman Durgut hate pirsîn, hikûmeta AKP’ê hate şermezarkirin û li dijî Rewşa Awarte banga demokrasiyê hate kirin.

Dayikên Şemiyê ji bo ku li aqûbeta nas û zixmên xwe yên ku piştî hatin binçavkirin nebedî bûn pirsîn û lêgerîna xwe ya dadmendiyê domandin. Malbat di hefteya 592. de li Meydana Galatasarayê hatin cem hev, di çalakiyê de wêneyê Hurşît Kultur ku ev 65 roj in agahî jê nayê standin hate hilgirtin. Wekîlê Stenbolê yê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû û malbata Berkîn Elvan jî tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de birayê Hasan Ocak axivî. Hasan Ocak 21’ê Adara 2015’an hatibû binçavkirin û piştî bi 5 rojan cinazeyê wî hatibû dîtin. Ocak got, ‘’Rewşa Awarte û darbe destbirakê hev in. Ji bo ku sûcên darbekaran binixumînin li ser desthilatdariyê ne. Hûn hevkarên darbekaran in. Em ne darbeyê lê aştiyê dixwazin.’

Hevjîna Fehîm Tosun, ku 19’ê Cotmeha 1995’an hatibû binçavkirin û êdî nema pêjn jê hatî, Hanim Tosun jî got, ‘’Ev 65 roj in ji Hurşît Kulter agahî nayê standin. Ku demokrasî û aştî hebûya Hurşît Kulter nedihate nebedîkirin.’’

Daxuyaniya çapemeniyê jî ji hêla Zehra Şen Oguz ve hate xwendin. Oguz got, ‘’Em ji 12’ê Îlonê dizanin; girtinên li derveyî hiqûqê, rê li ber birînên wiha vedike ku êdî nayên kewandin. Desthilatdarî li şûna ku vê hewldana darbeyê ya bêqidoş ji xwe re bike fersenda ‘afirandina baxçeyê gulan ên bi strî’’ divê veguherîne fersenda avakirina demokrasiyê, dewleta hiqûqê û aştiyê’’