BI DÎMEN

Li Ewropayê çalakî belavdibin: Ji Ocalan re azadî!

Kurdên ku li Ewropayê dijî çalakiyên xwe yên ji bo ‘Azadiya Ocalan’ dewam dikin.

Li bajarên cuda yên Ewropayê , çalakiyê ji ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin destpêkirin her ku diçe belav dibin. Kurd û dostên wan daxwaz dikin ku bi lez û bez bi Ocalan re hevdîtin bên kirin, her wiha qetlîama ku li Qamişloyê jî pêk hat hatin protestokirin.

ÛLM

Li bajarê Ûlm ê Elmanyayê ji aliyê Yekîtiya Hêz a Demokratîk û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û protestokirina qetlîama Qamişloyê mîtingek li dar xistin.

Mîtîng li navenda sûka bajarê Ûlm ê hate lidarxistin. Li vir axaftin hatin kirin di van axaftinan de daxwaz hate kirin ku tecrîda giran a li ser Ocalan bê rakirin. Her wiha êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li Qamişloyê jî hate lidarxistin jî hate lenet û şermezarkirin.

Mîtîng bi dirûşmên “Bijî Seroka Apo” û “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû” ve bi dawî bû.

BENHEIM

Li jingehên bensheîm ê Elmanyaê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stand hatin vekirin. Stand di navbera saet 13:00-17:00’an de vedibe, di standê de bertek nîşanî tecrîda li ser Ocalan hatin diyarkirin û peyamên divê li gel Ocalan hevdîtin bên kirin hatin dayîn. Di standê de têkildarî tecrîda li ser Ocalan gelê Elaman jî hatin agahdarkirin.

FRANKFÛRT/DARMSTAN

Weke li gelek bajarên Elmanyayê Kurdistaniyên ku li Frankfûrt û Darmstad dijîn jî li ser bangewaziya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li Lûizen Plaza ya Darmstadê ji bo azadiya Ocalan meşek li dar xistin.

Di meşak ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina qetlîama Qamişloyê hate lidarxistin de nêzî 400 kes kom bûn. Di meşê de azadiya Ocalan hate berzkirin, daxwaz kirin ku dawî li tecrîdê bînin û bi Ocalan re hevdîtin pêk were.

Piştî çalakiya ku li navenda bajar hate lidarxistin û şûn de girse ji bo giyanê hemû şehîdên şoreşê û qetlîama Qamişloyê deqeyek rêz girtin.

SAARBRÛCKEN

Li bajarê Saarbrûcken ê Elmanyaê ji bo azadiya Ocalna û protestokirina qetlîama Qamişloyê çalakiya kon û mîtîngek hate lidarxistin.

Di çalakiya kon de gelek belavok hatin belavkirin, agahdarkirin jî hate kirin.

Di mîtîngê de jî qetlîama li Qamişloyê hate şermezarkirin, bal kişand ser girîngiya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û diyar kirin ku divê rêveberiyên li Rojava di qada navneteweyî de bên naskirin.

Eylemde yüzlerce bildiri dağıtıldı.

KIEL

Li bajarê Kîel ê Elmanyaê bi sedan kes li Haûpbahnhof kom bûn qetlîama Qamişloyê protestokirin.

Di axaftinên çalakiyê de bal kişand ku DAIŞ’ê dijminê mirovahiyê ye û bertek nîşanî bêdengiya qada navneteweyî ya li hemberî van êrîşan diyarkirin. Di çalakiyê de li hember DAIŞ’ê banga têkoşîna hevpar hate kirin.

ZÛRÎH

Li bajarê Zûrîh ê Swîsreyê di pêşengtiya Meclîsa Jina a Bêrîtan û TEV-Çandê de li Qada Staûffacher çalakiyek hate lidarxisin û di vê çalakiyê de belavok hatin belavkirin. Di çalakiyê de pankarta “Ji Ocalan re azadî” hate vekirin. Endamên TEV-Çandê jî bi erebaneyan helbes xwendin. Swîsreyiyan eleqeyek zêde nîşanî çalakiyê dan. Di axaftinê li vir de hatin kirin bal kişandin ku ev 15 mehin ku hevdîtin bi Ocalan re nayên kirin. Piştî hewldana darbeyê û îlankirina Rewşa Awarte fikarên me ên di ware tendirustiya Ocalan de zêde bûne. Her wiha beşdarvanan diyar kirin ku heta agahî ji Ocalan bigirin û bigihijin azadiya Ocalan a fîzîk wê çalakiyên xwe dewam bikin.

KOPENHANG

Li Qada Gammeltorv a rêya herî qelebalix a paytext kopnehang a Danîmrkayê ji aliyê Navnenda Civaka Kurd a Demokratîk ve standa çalakiya kon a 3 rojan destpêkiribû. Stand roja Înê, Şemî û Yekşemê di saetên şevê de vekirî be, di çalakiyê de daxwaza azadiya Ocalan kirin.

Di çalakiyê de bi hezaran belavok hatin belavkirin.

PARÎS

Kurdistaniyên ku li paytex Parîs a Fransayê dijîn têkildarî rewş û tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Rêxistina Pêşîlêgirtina Êşkence (CPT) û Rêxistina Efû’ya Navneteweyî re name şandin. Li hermênê cuda yên Parîsê di serî de Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û gelê Kurd ên li deverên din dijîn bi awayekî giştî name şandin.

Di daxuyaniya ku CDK-F’ê şandî û daxuyaniya çapemeniyê ya hevserokan de jî hate diyarkirin ku ji rewş û tendirustiya Ocalan her ku diçin fikarên wan zêdetir dibe. Bêdengiya CPT’ê hate şermezarkirin. Hat gotin ku divê bi lezgîn bi Ocalan re hevdîtin bê kirin û têkildarî rewşa Ocalan agahiyên zelal bi raya giştî re bê parvekirin.

Çalakvanan diyarkirin ku heta Ocalan azad bibe wê çalakiyên xwe bi hemû rêbazan berdewam bikin.

Jimara rojekê ya nameyên ku hatine şandin wiha ne: “Li Navneda Civak Demokratîk a Ahemt Kaya ya Parîsê 100 name, Evry NCD 375 name, NCK Vîllîers le Bel 65 name, NCD Drancy 46 name, NCD Normandîa 100 name û li NCD Creîlê jî 69 name hatin şandin.”

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Faransayê bi pêşengiya NCKD li dijî tecrîdê çalakiyên xwe dewam dikin. NCKD bi banga “Ji bo şikandina zincîrên koletiyê, tu jî beşdarî çalakiyên azadiyê bibe” bernameya xwe ya çalakiyan eşkere kir.Pişît civîna çapemeniyê ya li pêşiya Navena Postegehê û şûn de ji bo CPT û Rêxistina Efû’yê bi sedan name hatin şandin.

RENNES

Li bajarê Rennes ê Fransayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya standê hatin lidarxisin. Di pêşengtiya CDK-RENNES û Komeleya Jinan a Zînê ve li Place De la Repûblîqûe çalakî hate lidarxistin. Çalakî roja Pênçşemê destpêkir û wê 2 rojan dewam bike. Di çalkaiyê de ji bo rakirin tecrîda li ser Ocalan ji bo CPT û AMSI’yê nameyên bi îzekirî hatin şandin. Nêzî 1100 name hatin berhevkirin.

Heman çalakî wê roja pênçşem û înê heta ku agahî ji Ocalan bê girtin wê dewam bike.

Her wiha wê 30’ê Tîrmehê roja Şemiyê di saet 19:00’an li Place du Colombîer hem ji bo protestokirina tecrîda li ser Ocalan û qetlîama Qamişloyê wê mîtîngek were li dar xistin. 

 

...