Kurdên Wûppertalê li dijî tecrîda li ser Ocalan nerazîbûn nîşan dan
Piştî hewldana darbeyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî nehatiye girtin û serlêdanên hevdîtinê jî her tim tê redkirin. Li beramberî vê rewşê nerazîbûnên gelê Kurd her ku diçe mezintir dibe.
HALİL İBRAHİM CENGİZ
WÛPPERTAL
şemî, 30 tîrmehê 2016, 07:21
Li bajarê Wûppertal ê Elmanya, endamên saziyên Kurdan li hember tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nerazîbûnên xwe anîn ziman û gotin, “Ocalan hem Rêberê Gelê Kurd e hem jî li Rojhilata Navîn abîdeya azadî û aştiyê ye.”
‘OCALAN SÎGORTA ME YA JIYANÊ YE’
Hevserokê Mizgefta Ehmedê Xanî ya Wûppertalê Yadin Atabey diyar kir ku baş dizanin ev lîstokên dawî yên li Tirkiyeyê tê çi wateyê, wiha pê de çû: “Em wek gelê Kurd divê ev bûyerên paşîn baş bibînin. Ji bo em vê vegerînin leha xwe divê em mudaxele bikin, refên têkoşînê firehtir bikin. Ji ber ku piştî vê hewldana darbeyê me ti agahî ji Rêber Apo negirtiye. Rewşa Rêber Apo ji bo mijara herî sereke ye. Ji ber me têkîldarî tenduristiyê me ti agahî negirtine fikarên me zêde ne. Ji bo ev fikar derbas bibi divê RêberApo derhat bi parêzeran û malbatê re hevdîtinê bike. Pêwîst e AKP’e sebra me neceribîne. Em dengê xwe li wan dikin û bi bîr dixin ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Eger ev sûcê dewam bike wê li welêt şerê navxweyî derkeve. Ocalan sîgorta jiyana me û xeta me ya sor divê derhal tecrîda şidandî bê rakirin.”
‘YEKANE KESÊ KU AŞTIYÊ BÎNE SEROK APO YE’
Hevserokê Navenda Civaka Demokatîk a Kurd a Wûppertalê Savci Azar jî anî ziman ku divê dewleta Tirk demildest ji van xeletiyên xwe veger wiha pê de çû: “ Pêwîst e dewleta Tirk/AKP’e derhal ew tecrîd û îzolasyona li ser Rêber Apo bi dawî bike. Ji berk u Rêber Apo hem Rêberê Gelê Kurd hem jî li Rojhilata Navîn abîdeya azadî û aştiyê ye. Divê dewleta Tirk û dijminê demokrasiyê Erdogan demildest vê tecrîdê bi dawî bike û rêyên diyalogê veke. Erdogan jî baş dizane ku yekane kesê ku dikare aştiyê bîne Tirkiye û Rojhilata Navîn Serok Apo ye. Lewreû em dîsa banga xwe nû dikin ku derhal tecrîd û îzolasyonê bi dawî bikin.”
‘AZADIYA OCALAN AZADIYA KURDISTAN E’
Berdevkê Ciwanên PYD’ê yê Wûppertalê Elî Namalî jî bal kişand ku ev demek dirêj e erênî yan jî neyênî ti agahî ji Ocalan negirtine, wiha dewam kir: “Demek dirêj e ne parêzer ne jî malbat Serok Apo dibîne. Lewma gel û ciwanên Kurd di nav fikaran de ne. Dewleta Tirk ditirse ku Serok fikrên xwe bide der. Ji ber ku baş dizanin wê çi bê serê wan. Eger dewletê guh biday îro wê ewqas şer jî çênebûna. Ev jî tê wê wateyê ku AKP ne alîgirê aştiyê ye. Eger aştîxwaz bibûya wê hevdîtin pêk bihata. Em hemû dipirsin ji bo çi hevdîtin pêk nayên? Em nizanin niha bê rewşa Serokatî çi ye. Em wek gelê Kurd di tenduristî û azadiya Serok Apo de azadiya Kurdistanê dibînin, Serok Apo rizgariya Kurdistanê ye. Ev jî azadiya me hemûyan e. Lewre divê heta hevdîtin pêk were em wek Kurdistanî qadên çalakiyan bi kar bînin û çi pêwîst be jî em ê bikin.”