Qetlîama Qamişloyê li Hambûrg û Bonnê hate protestokirin
Li bajarên Hambûrg û Bonn ên Elmanyayê qetlîama Qamişlo bi çalakiyan hatin protestokirin û şehîdên di êrîşê de hatin bibîranîn.
Li bajarên Hambûrg û Bonn ên Elmanyayê qetlîama Qamişlo bi çalakiyan hatin protestokirin û şehîdên di êrîşê de hatin bibîranîn.
Li bajarê Hambûrgê di mîtîngê de ku bi pêşengiya PYD’ê hate lidarxistin, qetlîama Qamişlo hate protestokirin, her wiha bêdengiya Elmanya ya di vê mijarê de jî hate şermezarkirin.
Mîtînga ku şeva Înê li Hachmannplatz hate lidarxistin, bi rêzgirtina ji bo kesên ku 27’ê Tîrmehê di êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd ketine destpê kir. Nûnerê PYD’ê yê li Hambûrgê Cîhan Fettah û Nivîskar Anja Flach axivîn, diyar kirin ku ev êrîşa bêçaretiya çeteyan nîşan dide, bal kişand ku bi taybet bêdengiya hikûmeta Elman a di vê mijarê de bimana ye.
Di dawiya mîtîngê de ku bi muzîk û helbestan dewam ki ji bo mîtînga roja Şemiyê saet 16.00’an li semta Pînnebergê ku wê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Qamişlo bê lidarxistin banga tevlîbûnê hate kirin.
BONN
Li Bonnê jî bi aktîvîteyekê qetlîama Qamişloyê hate şermezarkirin. Her wiha di çalakiyê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.
Çalakvanên bi banga PYD Bonn û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li Munsterplatzê li hev civiya qetlîama Qamişloyê şermezar kirin.
Di çalakiyê de ku ji bo şehîdên şoreşê yên Kurdistan û cîhanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, posterên şehîdên Qamişlo û flamayên Ocalan hatinrakirin.
Di axaftinan de hate diyarkirin ku ji ber Rojava modelek demokratîk e dibe hedefa êrîşan, her wiha hate destnîşankirin ku êrîşkar ji hêla Tirkiye ve tê fînanskirin.
Her wiha hate bibîrxistin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di şertên Îmraliyê de hatiye îzolekirin, zêdeyî salekê ye bi heyeta HDP’ê re hevdîtinê nake, dîsa hevdîtina bi malbat û parêzeran re jî hatiye qedexekirin. Di axaftinan de hate destnîşankirin bi taybet piştî hewldana dawiyê ya darbeyê têkîldarî tenduristî û ewlehiya Rêberê xwe de xwedî fikar in, hate destnîşankirin ku pêwîst e der hal CPT biçe Îmraliyê, rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd kontrol bike û pêşî li hevdîtinên malbat û parêzeran bê vekirin.