Elman polîtîkaya penaberan a Merkel dipirsin

Li gor rapirsiyekê, ji 3’an yek Elman ji ber êrîşan xeteriyê li ser xwe dibîn nêzî nêvî jî ev êrîşana wek encamên polîtîkaya penaberan a Angela Merkel dibîne.

Nirxandin tê kirin ku li Elmanyayê ku ev du hefteyên dawî di 3 êrîşên cuda de gelek kes mirin, piraniya gel ‘ketiye nav panîkê û histeriyê’.

Li gor rapirsîna kovara Der Spîegel ku 26-27’ê Tîrmehê bi şîrketa TNS Forschung da kiri piştî êrîşên li Munih, Wurzbûrg û Ansbach rêjeya kesên ku dibêjin ‘li beramberî êrîşek dibe ku pêk were tirsa wan zêde bûye’ ji sedî 36 e. Ji sedî 63’yê Elmanan dibêjin tirsek wan a wisa nîne.

Li gor rapirsînê, Elmanên bi taybet di fikara êrîşa terorîst de ne alîgirên partiya Ji Bo Almanya Alternatîf (Afd) a li dijî penaberan e û rêya wê ji sedî 57 e. Ev rêya di partiyên Keskan, Partiya Çep (Dîe Lînke) û Partiya Hur Demokrat (FDP) de mabeyna ji sedî 26 û 33’yan de ye.

WEK ENCAMA POLÎTÎKAYA PENABERAN A MERKEL TÊ DÎTIN

Yên ev êrîşanên di hefteya dawî de pêk hatine wek encama polîtîkaya penaberan a Merkel dibînin ji sedî 47 e. Di nav hilbijêrên AfD’ê de rêya wan ji sedî 88 e û di asta rekorê de ye, sempatîzanên FDP’ê jî ji sedî 56 heman fikrê parve dikin.

Yê Dîe Lînke ji sedî 46, Partiya Sosyal Demokrat (SPD) ji sedî 40 û  partiya CSÛ ku hevkara partiya Merkel CDÛ ye ji sedî 39 dibêjin  ku polîtîkayên penaberan a hikûmetê bingehê ji êrîşan re çêdike. Rêjeya herî kêm a ku têkîliyê mabeyna polîtîkayên penaberan û êrîşan de çêdikin bi sedî 23’yan hilbijêrên Keskan e.