Minbicî diherikin qadên azad
Di ser pêngava rizgarkirina Minbicê re 2 meh bihurî, Minbiciyên ku ji çeteyên DAÎŞ’ê revîn diherikin qadên ku şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê azad kiriye.
Di ser pêngava rizgarkirina Minbicê re 2 meh bihurî, Minbiciyên ku ji çeteyên DAÎŞ’ê revîn diherikin qadên ku şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê azad kiriye.
‘Pêngava Rizgarkirina Minbicê’ ya 1’ê Hezîrana 2016’an destpê kir, 2 meh li pey xwe hişti di çarçoveya hemleyê de heta niha bi dehan gund û gundik ji çeteyan hatin paqijkirin û rizgarkirin.
Sivîlên li bajêr jî kom bi kom bajar diterikînin. Sivîlên ku kom bi kom ji çeteyên DAÎŞ’ê direvin û tên qadên bi ewle, ji hêla şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve naqlî qadên ewle tên kirin.
ÇETEYÊN DAÎŞ’Ê SIVÎLAN WEKÎ MERTAL BI KAR TÎNIN
Minbiciyan diyar kirin ku ji ber çeteyên DAÎŞ’ê hesasiyeta şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya li beramberî sivîlan dizanin, sivîlan ji bo xwe wek mertalên zindî bi kar tînin.
Minbiciyan destnîşan kirin ku ji sala 2014’an û vir ve di herêmên çeteyên DAÎŞ’ê dagirkirî de gel her roj bi zex zilm, talan, êşkence û qetlîaman re hevrû ye, ragihandin ku piştî çeteyên DAÎŞ’ê herêm dagir kiri bi zorê qanûnên xwe yên olê dispêrên gel û hewl dide li herêmê bi cih bike.
PÊWÎST E BAJARÊ ME BI BAYÊ LEZÊ BÊ RIZGARKIRIN
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di çarçoveya Pêngava Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla de gav bi gav bi pêş ve diçe û êdî gihiştiye wê astê ku dikin dawî li hebûna çeteyên DAÎŞ’ê ya li Minbicê bînin.
Li Minbicê ku hêviyên azadî, edalet û wekheviyê dibişkivin, ewrên reş belav dibin, gel bendewar e ku bajar û xizmên wan ji çeteyên DAÎŞ’ê bên rizgarkirin.
Jinên Minbicî diyar kirin her roja di bin dagirkeriya çeteyên DAÎŞ’ê de ji bo wan dojeh bû, destnîşan kirin ku her roj bi tirsa mirin, êşkence û destavêtinê bûn.