Dardekirin ‘ji bo dengan’ di rojeve de tê hiştin
Wezîrê Karên Derve yê Tirk Çavûşoglû got, “em peyaman digirin ku dibêjin eger hûn dardekirinê nînin em ê dengê xwe nedin partiya we” û îtîraf kir ku ji bo dengan mijarek wisa di rojevê de dihêlin.
Wezîrê Karên Derve yê Tirk Çavûşoglû got, “em peyaman digirin ku dibêjin eger hûn dardekirinê nînin em ê dengê xwe nedin partiya we” û îtîraf kir ku ji bo dengan mijarek wisa di rojevê de dihêlin.
Balê dikşîne ku Erdogan û AKP’e yên piştî hewldana 15’ê Tîrmehê axaftinên xwe yên li ser cezayê dardekirinê zêde kirine, hewl didin vê mijarê bikşînin asta “bazara bi YE re”.
Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû ji rojnameya Frankfurter Allgemeine Sonntagszeitung a rojên Yekşemê tê weşandin re axivî, îdîa kir ku ‘li ser daxwazên raya giştî’ dardekirin xistine rojeva xwe.
Di nûçeya rojnameyê de Çavûşoglû dibêje, “Em bi hezaran SMS û tweetan digirin û ji me re dibêjin ku hûn dardekirinê nînin em ê dengê xwe nedin partiya we.” Di roportajê de Çavûşoglû bal dikşîne ku nîqaşên dardekirinê wê pêşî li astengiyên têkîliyên bi YE re bigire û îtîraf dike ku sedema israra dardekirinê ‘tirsa dengan e’.
Çavûşoglû dibêje ku ne alîgir in ku demildest dardekirinê bînin, got, “Dibe biryarek bi vî şêweyî bi referandûmê jî were. Ev mijarên cîdî ne.”
Çavûşoglû henekê xwe bi rexneyên ji Yekîtiya Ewropa (YE) tên jî kir, parast ku “YE ne di wê astê de ye ku di vê mijarê de fikran bide Tirkiyeyê.”
Wezîrê Karên Derve yê Tirk got der heqê kesên ku piştî hewldana darbeyê hatin girtin wê bi hezaran ‘û heta bi deh hezaran doz werin vekirin’, ji bo ji hêla çavdêrên navneteweyî şopandina van dozan jî îdîa kir ku wê daraz biryarê bide.
Wezîrê Karên Derve Frank-Walter Steinmeier bersiv da daxuyaniyên Mevlut Çavûşoglû, dengê xwe lê kir ku li ser nîqaşên dardekirinê bi YE re bazarî nabe. Steinmeier dubare kir ku eger îdam were, wê ‘muzakereyên endamtiyê bidawî bibin’.