Demîrtaş: Darbe hate astengkirin, lê dîktatortî didome
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji mezintirîn rojnameya Swêdê Dagens Nyheterê re axivî, got hewldana darbeyê hate astengkirin, lê li welêt dîktatortî didome.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji mezintirîn rojnameya Swêdê Dagens Nyheterê re axivî, got hewldana darbeyê hate astengkirin, lê li welêt dîktatortî didome.
Dagens Nyheter, hevpeyvîna bi Demîrtaş re ji rûpela yekemîn bi manşetê “Em hê di dîktatortiyekê de dijîn” da.
Demîrtaş bersiv da pirsên Nathan Shachar ê li Amedê ye, têkîldarî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê got, “Yekane tiştekî ku em dizanin ew e ku eger darbe serkeftî bibûya wê xwîn biherikiya. Bi taybet jî ya me Kurdan.”
Demîrtaş destnîşan kir ku gotinên wek hikûmetê demokrasî rizgar kiriye ne rast in, bal kişand ku yên piştî hewldana darbeyê derketine qadan ne demokrasiyê, lê lîderên xwe û dîktatortiya wî diparêzin, got; “Dema zexta li ser çapemenî û muxalîfên din agirê wan ê demokrasiyê çima pênediket.”
BAŞ DIZANIN KU TIRKIYEYÊ VEGUHERÎNIN ÎRANÊ WÊ ŞERÊ NAVXWEYÎ BIQEWIME
Li ser pirsa ku gelo hikûmet dixwaze li Tirkiyeyê jî rejîmek Îslamî ya wek Îranê bi cih bike jî ev bersiv da: “Eger bawer bikirina ku derfetên vê hene, wê biketana nav hewldanan. Lê ew jî dizanin ku wê ev hewldan rê li ber şerekî navxweyî veke.”
DIVÊ AKP’E LÊBORÎNÊ JI ME BIXWAZE
Li ser hevkariya Tevgera Gulen û AKP’ê ku bi salan dewam kir jî ev hevok bi kar anîn:
“Dixwazin di carekê de em ji bîr bikin ku ew fermanda dozger, polîs û memûrên girêdayî Gulenê ji hêla Erdogan û partiya wî AKP’ê hatiye wezîfedarkirin. Min û gelek kesên wek min, me gelek caran têkîldarî xetereyên ku di nav dewletê de bicihkirina cemaatê hişyarî dan. Li şûna AKP xwe wek qurbanek bêguneh ê Gulen nîşan dide, ji ber piştgirî da Gulen divê lêborînê ji me bixwaze.”
MIN JI HIKÛMETÊ RE PÊŞNIYAR KIR KU EM Ê JI BO AGIRBESÊ KARIBIN ALÎKARIYÊ BIDIN
Demîrtaş anî ziman ku Erdogan û AKP’ê rêz nedana encamên hilbijartinên 7’ê Hezîranê û dîsa berê xwe dane polîtîkayên şer, wiha dewam kir: “Dema hevdîtinên aştiyê de Erdogan dît ku ne ew, lê HDP’e xurt dibe û dawî li pêvajoya aştiyê anî.”
Demîrtaş ji bo rawestandina aloziya li Tirkiyeyê û pêkanîna aştiyê jî pêwîstî wiha vegot: “Destpêkê divê agirbes bê îlankirin. Piştre jî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê berdan û di çavdêriya çavdêrên navneteweyî de hevdîtin destpê bikin. Û di encam de Destûrek Bingehîn a ku mafên kêmnetewan diparêze bê amadekirin.” Demîrtaş herî dawî jî wiha dirêjî da axaftinê: “Min ji hikûmetê re pêşniyar kir ku em ê ji bo agirbesê karibin alîkariyê bidin.”