De Vos: Tirkiye nebû Ewrûpî, Ewrûpa bû ‘Tirkî’

Profesorê Zanîngeha Gent a Belçîkayê û dîrektorê dezgeha fikrînê ya Îtînera Marc de Vos , helwesta Yekîtiya Ewrûpayê ya li beramberî Tirkiyeyê ku bêdeng e û nirxên xwe bi ti tiştî nahesibîne bi zimanekî tund rexne kir.

De Vos dengê xwe kir ku otokratîzm her ku diçe hê zêdetir tê qebûlkirin, anî ziman ku Ewropa ya ku hedefa Tirkiye bike Ewrûpî, hê zêdetir ‘Tirkî’ bûye.

Marc de Vos di nivîsa xwe ya kovara Le Vîfê de bal kişand ku Ewropa bi hesabên jeo-stratejîk her ku hewl dide Tirkiyeyê bi xwe ve girê bide hê zêdetir ‘nasname û nirxên xwe’ winda kiriye, nivîsî ku rêveberên Ewrûpayî yên salên 1960’an ji ber şerê sar serî li rêyek wisa dabûn. De Vos nirxandin kir ku rêveberên Ewropa yên wê demê ku hewl didan welatekî Îslamî yê wek Tirkiyeyê bike endamê Ewrûpa, dibe nirxên Ewrûpa ji ser guhê xwe avêtibin an jî hesap kiribin ku bi bandora Ewrûpa ve Tirkiyeyê ‘Ewropî’ bikin.

TIRKIYE NEBÛ EWRÛPÎ, EWRÛPA BÛ TIRKÎ!

De Vos got, “Ev fikir xeteyak bû, a duyemîn jî îlluzyonek” û destnîşan kir ku ‘tevlîhevbûna’ Tirkiye û Ewrûpayê wek ‘boomerang’ dîsa li mirov vedigere. Marc de Vos diyar kir ku Ewrûpa û NATO di vê demê de ku Rojhilata Navîn ber bi şerekî navxweyî yê tarî ve diçe nikare bê Tirkiye bikin, destnîşan kir ku lewre Ewrûpa tawîzê ji mafên mirovan dide, pirsgirêka penaberan hewaleyî Tirkiyeyê kiriye.

Marc de Vos gotinên dîktatorê Tirk Erdogan a ‘Ewrûpa hê zêdetir pêwîstiya xwe bi Tirkiyeyê heye’ bi bîr xist, şîrove kir ku “Tirkiye nebûye Ewrûpî, lê Ewrûpa bûye Tirkî.”

Marc de Vos bang li Ewrûpiyan jî kir, destnîşan kir ku ji bo dewleta hiqûqî ya rast ‘berxwedana moral’ girîng e, diyar kir ku ‘teo-terorîzm’ îdeolojîk e û ji bo têkçûna teo-terorîzmê jî li şûna ‘nirxan bike ji rêz divê xwedîderketina nirxan pêk were’.