‘Ajandaya Erdogan neguherî; hê di yek zilamtiyê de bi israr e’

Mustafa Sonmez, piştî hewldana darbeyê bal kişand ku hê ajandaya Tayyîp Erdogan neguheriye, destnîşan kir ku hê ji hedefa xwe ya rejîmek yek zilamtî û Îslamofaşîst dest bernadeye, tenê bi awayekî taktîkî xwe kişandiye.

Sonmez diyar kir ku wê kesên Tirkiyê bi rê ve dibin li vir ranewestin,  got serwer her ku firsendê dibînin ji bo hedefa xwe rêya xwe didomînin.

Sonmez anî ziman ku OHAL jî ji bo vê hatiye ragihandin, wiha dewam kir: “Dema li mîx dixe nalê ji bîr nake, dibêje operasyona cemaatê lê di ber de gelek muxalîfan jî dibe, yasayên ku demek dûvdirêj nikarîbûn derxistina jî bi biryarnameyên di asta qanûnê de hal dikin. Di vê mijarê de têkîldarî her qadê ajandayên wan hene; wê wext binirxînin, eger nebû jî wê OHAL’ê her nû bikin.”

Aborîzan-Nivîskar Mustafa Sonmez ji ajansa me re axivî.

BERBAZÊN CEMAATÊ ŞANSA XWE YA DAWÎ BI KAR ANÎN

Sonmez diyar kir ku her kes xwedî heman fikir in ku piştî berbazên cemaatê fêm kirin wê di Desteya Leşkerî de bên tesfiyekirin pêk anîne. Sonmez bi bîr xist ku hin berbazên din ên hesabê xwe bi RTE re hene jî tevlî vê bûne û wiha dewam kir: “Ango hê gelek pirsên li hewa hene ku bê tifaq çi ne, li ser kîjan rêyê qeza pêk hatiyê, kê dest jê berdaye û hewl dide çawa xwe komî ser hev bike. Qesr a ku hevkarê xwe cemaatê sereke dijminê xwe dibîne, ya din siyaseta Kurd e, wê paqijkirina cemaatê ji edliyê, perwerdehiyê, emniyetê, bazirganiyê, medyayê ji leşkeriyê bida destpêkirin. Dema berbazên cemaatê jî ev fêm kirin hema ‘hemokî’ şansa xwe ceribandin û têk çûn.”

WÊ JI HEDEFA TASFIYEKIRINA SIYASETA KURDAN NEQERIN

Sonmez diyar kir ku encamên hilbijartinên 7’ê Hezîranê rê li ber tifaqa Qesr û artêşê vekir, wiha pê de çû: “Piştî siyaseta Kurd gelek deng kom kirin, Qesrê ya şansa xwe ya tenê serê xwe desthilatdar be winda kir û koalîsyon jî ji bo xwe rîsk dît berê xwe da artêşê ku polîtîkayên ‘ewlehîparêz’ her tim diparêze. Tevî wê Kurdan li dijî xwe bigire jî xetek xwe dispêre girseya MHP’ê û artêşa Tirk tercîh kir, atmosferek şer çêkir.”

Aborîzan-Nivîskar Mustafa Sonmez ragihand ku Qesr êdî ji hilbijartinên piştî wê kêfxweş bû, hedefa xwe Serokdewletî dubare kir û ji bo bigihêje hejmara li meclîsê jî şerê xwe yê ji bo nûnerê siyaseta Kurd ji holê rake domand. “

Sonmez got însiyatîfa dayî artêşê jî di siyasetê de asta artêşê xurt kiriye, anî ziman ku di siyasetê de wek aktorekî girîng rol dayiyê, wiha dewam kir: “Ne mimkûn e ku Qesr piştî darbeyê cihên ku vala bûne bi kadroyên xwe ve dagiri ji ber ku derfetekî wî yê wisa nîne, ne xwedî ew kadro ne. Lewre ji bo pêşîgirtina darbeyên nû jî tê dîtin ku pêvajoyek derbasbûnê ya tifaqa bi TSK, CHP’ê re destpê kiriye.”

Sonmez bi lêv kir ku tifaqa demkurtî ya ajandayê bi civîna 25’ê Tîrmehê hatiye zelalkirin û wiha pê de çû: “HDP li derve hate hiştin, ev jî îfade dike ku hedefa wan HDP’e ye. Piştî darbeyê lihevhatinek qismî çêbibe jî wê ji hedefa tasfiyekirina siyaseta Kurd neqerin.”

DAXWAZA PIŞTGIRIYA JI CHP’Ê TENGAVIYA WAN NÎŞAN DIDE

Sonmez ji bo girseya li kolanan tê hiştin jî ev hevok bi kar anîn: “Dibe ku 2 armancên wan hebin. Yek, girseyên li kolanan wê darbekerên çekdar mijûl bikin, hem fîzîkî hem jî moral. Peyamê didin cîhanê ku darbe li dijî gel e. Her wiha eger baş bê organîzekirin hêza gel ji ya artêşên modern jî zêdetir e. RTE xwest vê bi kar bîne. Piştre bi fikarên rêzedarbeyan dar da bin vî agir ev veguherand ‘cejnekê’. Lê, di heman demê de konjonktura pêşxistina îdeolojiya Îslamofaşîst jî derket holê. Girse bi taybet wek gefek li dijî muxalefetê li kolanan hate girtin, cih bi cih êrîşî taxên Elewî, Kurdan kirin. Bi vî şêweyî Qesrê kolan bi girseya xwe da nasîn û li ser kar jî perwerde kir. Tiştê kêm mayî jî bi belavkirina çekan avakirina hêzek paramîlîter e. Amadekariyên wê jî dike.”

Di berdewama axaftina xwe de Sonmez got, “AKP bi girseya xwe ve tenê nema. Mîtînga CHP’ê jî teşwîq kirin û li dijî darbeyek dikare pêk were jî desteka CHP’ê daxwaz kirin. Ev jî ji hêla dîtina tengaviya wan girîng e.”

WÊ OHAL’Ê JI CAREKÊ ZÊDETIR PÊK BÎNIN

Mustafa Sonmez di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ajandaya RTE neguheriye, wiha dewam kir: “Seroktiya rejîmek yek zilam, Îslamofaşîst… Divê ev hedef ji ber çavan dûr neyê girtin û tiştên din jî mîna paşvekişandinên taktîkî, staretejîk bên girtin. Ji ber ku yên Tirkiyê bi rê ve dibin ew kesin ku binpêkirinên wan ên Destûra Bingehîn hene û bi darazek adil jî wê mehkûm bibin. Rawestandina wan nayê wê wateyê ku rê guherî ne. Serwer her ku firsendê dibînin ji bo hedefa xwe rêya xwe didomînin. Dema li mîx dixe nalê ji bîr nake, dibêje operasyona cemaatê lê di ber de gelek muxalîfan jî dibe, yasayên ku demek dûvdirêj nikarîbûn derxistina jî bi biryarnameyên di asta qanûnê de hal dikin. Di vê mijarê de têkîldarî her qadê ajandayên wan hene; wê wext binirxînin, eger nebû jî wê OHAL’ê her nû bikin.”

DIVÊ ZIMANÊ MUZAKEREYÊ BÊ PARASTIN

Aborîzan-Nivîskar Mustafa Sonmez diyar kir ku piştî 15’ê Tîrmehê ezmûnek girîng bû ku muxalîfan piştgirî nedan darbekeran, got ev hem ji bo girseya CHP hem jî ya hilbijêrên HDP’ê derbasdar e.

Sonmez ragihand ku pirsgirêk di milê CHP’ê de heye û wiha pê de çû: “Rêveberiya jor a CHP’ê têkîldarî mijara Kurd polîtîkayên hevgirtî pêş nexist, lewre di demên teng de jî dîsa vedigere ew sekna xwe ya ‘partiya dewletê.’ Îro jî rêveberiya CHP’ê de di vê rewşê de ye û ketiye bin bandora artêşa Tirk.”

Sonmez  ragihand ku divê her tim bê gotin ku zimanê şer û şer bi xwe wê bêîstiqrariyê bîne, zimanê muzakereyê bê parastin û got: “Di vê konjonkturê de ku divê hevgirtin zêdetir bibe, pêwîst e li dijî darbeyên nû û destekên kolanan amadekarî hebin. Bi raya giştî ya cîhanê re têkîlî bên xurtkirin, dawetên piştgiriyê her tim li ser piyan bê girtin, têkoşîna hiqûqê biçûk neyê dîtin. Heqê herî biçûk jî bi awayekî zêde bê bikaranî li ser navê azadiya civînê, pêşendan protestoyê, îfadeyê, çapemeniyê çi derfet hebe bê bikaranîn û teşwîqa vê bê kirin. Qurban kî dibe bila bibe divê li dijî êşkencey dardekirinê bê sekinandin.”