Li Swêdê çalakiyên şermezarkirina Qetlîama Qamişlo
Li bajarên Stockhol Bollnas û Sandvîken ên Swêdê ji bo protestokirina Qetlîama Qamişloyê çalakî hatin lidarxistin.
Li bajarên Stockhol Bollnas û Sandvîken ên Swêdê ji bo protestokirina Qetlîama Qamişloyê çalakî hatin lidarxistin.
Li paytexta Stockholm a Swêdê, qetlîama Qamişloyê bi xwepêşendanekê hate protestokirin. Di xwepêşendanê de ku duh saet 19.00’an li Qada Sergel a li navenda bajêr hate lidarxistin, li pêş wêneyên kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan, kulîlk hatin danîn û find hatin pêxistin.
Di çalakiyê de ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin, axaftinên ku êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê şermezar dikin hatin kirin û bang li gelê Kurd û dostên wan hate kirin ku alîkariya madî bigihînin kesên ku di êrîşê de zerar dîtine.
BOLLNAS
Li bajarê Bollnas ê Swêdê jî Kurdistanî ji bo protestokirina qetlîama Qamişloyê li kolanan bûn.
Kurdistaniyên li Cadeya Stasyona Rojava li hev civiya bi dirûşmeyên şermezarkirina çeteyên DAÎŞ’ê û alîkarê wê rejîma AKP’ê berê xwe dan navenda bajêr.
Rêveberên NCDK ji girseya ku alên PYD’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtî re axivîn, destnîşan kirin ku êrîşa Qamişloyê êdî peritantina dawî ya çeteyên DAÎŞ’ê ne ku li Rojava û Minbicê derbên giran xwarin. Her wiha bang li raya giştî ya Swêdê û partiyên siyasî kirin ku bi Kurdan re pişgiriyê zêde bikin.
Hevserokê Komuna Bollnas Yûsûf Rojava girse silav kir û têkîldarî qetlîama Qamişloyê nirxandin kirin. Rojava bang li girseyê kir ku têkîldarî pêşketinên li Kurdistanê hişyar bin û di dema xwe de bertekan bidin.
Rojava bal kişand ser bêdengiya medyaya Swêdê û cîhanê û got: “Tevgera Azadiya Kurd bal kişand ser têkîliya Minbic û Qetlîamê, têkoşîna dide tevahî cîhan deyndarê şukranê ye. Eger li Ewrûpayê hê zêdetir qetlîam çênabi ev bi saya Tevgera Kurd e. Lê qetilkirina 50 Kurdan di çapemeniya Ewropa de nabe nûçe!”
Ji rêveberên NCDK’ê Shivan Haco piştî got ji bo êrîşên li ser Kurdên li Iraq û Sûriyeyê protesto bikin kom bûne, wiha dewam kir: “Teror êdî ji bo me kesên ku li Rojhilata Navîn dijîn bûye parçeyek ji rojê. Divê êdî ev êş bi dawî bibin.”
Şeymûs Kahraman ê Kurdistanî jî got êrîşa li Qamişloyê êrîşek li dijî tevahî mirovahiyê ye. Dengê xwe kir ku kesên îro Qamişlo bombe kirine sibehê dikarin heman tiştî li Swêdê jî bikin.
SANDVÎKEN
Mîtînga li ber Şaredariya Sandvîkenê bi axaftina nûnerê Komuna Sandvîkenê Naîm Agri re destpê kir. Piştî pêşketinên dawî bi kurtahî nirxandin, diyar kir ku mabeyna qetlîama Qamişlo û bûyerên li Minbicê têkîlî heye, diyar kir ku Erdogan û Esad ji bo pêşî li serkeftina li Minbicê bigirin ji DAÎŞ’ê re ev bingeh amade kirine.
Ji Rêxistina Malbatên Şehîdan Vecdîn Batte jî got: “Ez bang li wan Kurdên ku rojên xwe bi gotinan derbas dikin dikim, roj ne roja galegalan e. Heta ku em fedakariyê nekin û baxivin, hê wê gelek qetlîam bi serê me de bên.”
Piştî Batte, nûnerê Partiya Demokrat a Sûriyeyê Abdûllah Haci Mûhammed axivî. Mûhammed piştî xwe û partiya xwe da nasîn, girse silav kir û wiha axivî: “Heval Ocala ew îdeolojiya çareseriyê daniye holê ku pirsgirêka xwişk û biratiya gelan, edalet, rêkûpêkiya mirovî, herî girîng jî pirsgirêkên hezaran salan ên Rojhilata Navîn çareser dike û ev îdeolojî îro li Rojava di meriyetê de ye. Ji bo em karibin pêşî li qetlîaman bigirin divê em bi hev re li dijî zilmê li gor fikra heval Ocalan rawestin.”
Girse bi dirûşmeyên “Swêdê çavê xwe li qetlîaman negire!”, “Ji Ocalan Re Azadî” belav bû.