‘Dewlet têk çû, gelê Nisêbînê bi ser ket’
Şahida berxwedana Nisêbînê Dayika Ayşe ya 70 salî, diyar kir ku li Nisêbînê dewlet têk çû, îradeya gel a xwerêveberiyê bi ser ket.
Şahida berxwedana Nisêbînê Dayika Ayşe ya 70 salî, diyar kir ku li Nisêbînê dewlet têk çû, îradeya gel a xwerêveberiyê bi ser ket.
Ayşe Şaman a ku li Nisêbînê di domahiya berxwedana mehan dewamkirî de mal û zarokên xwe berneda, bal kişand ku şervanên YPS û YPS-JIN’ê nimûneyek mezin a qehremantiyê nîşan dane. Şaman ragihand ku sivîlên li Nisêbînê man di bin êrîşên mezin ên hêzên dewletê de jî mînakek piştevaniyê derxistine holê, got “wek encam me qezenç kir û dewlet têk çû” û destnîşan kir ku wê heta dawiyê de xwerêveberiyê de bi israr bin.
Ayşe Şaman têkîldarî berxwedana Nisêbînê pirsên ANF’ê bersivandin.
‘EM SIBEHEKÊ RABÛN, NISÊBÎN HATIBÛ DORPÊÇKIRIN’
Dema qedexe û êrîşan destpê kir çi bû? We çi kir?
Em sibehekê rabûn, me dît ku Nisêbîn bi tank, top û çekên giran hatiye dorpêçkirin. Qedexeya kolanan hatibû îlankirin, em nikarîbûn derketanan. Piştî saetên nîvro êdî ketin malan. Hewl dan gel bi zorê ji malên wan derxînin, lê me li ber xwe da û me got em dernakevin. Tevî hemû zextan jî me malên xwe neterikandin. Hêzên dewletê ketin hin malên ku welatî bi zorê jê derxistine, alavên wan talan kirin, şewitand û hilweşand. Piştre jî êrîşan destpê kir.
‘ÊRÎŞAN BI RAGIHANDINA QEDEXEYA KOLANAN RE DESTPÊ KIR’
Êrîşan kengî destpê kir? Li dijî êrîşan YPS/YPS-JIN’ê berxwedanek çawa nîşan da?
Êrîşa roja qedexeyê piştî nîvro destpê kir. Bi awayekî dijwar pêk hat. Ji êrîşên berê, qedexeyên kolanan jî qat bi qat zêdetir bû. Hê ji roja yekem tank û top bi kar anîn.
Hêzên YPS û YPS-JIN’ê jî hê ji roja yekem ve bê wê çawa li beramberî hêzêk mezin a leşkerî û çekên giran berxwedanek çawa bê nîşandan danîn holê. Hê ji roja yekem ve bi awayekî qehremanî li ber xwe dan û ev berxwedan rojê dûvre jî dom kir. Ji roja yekem ve kuştiyên hêzên dewletê çêbûn.
‘DI NAV XWE DE BEHSA MIRIYÊN XWE DIKIRIN’
We ev ji kû fêm kir?
Malên me dorpêç kirin, hema wek em di nav hev de dijiyan. Di navbera xwe de miriyên xwe digotin. Dema destpêkê hatin ji xwe pir bawer bûn, lê berxwedana rojekê û derbeyên giran psîkolojiya wan tevlîhev kiribû. Dema kuştiyên wan çêdibû dengekî zêde yê ambûlansan dihat û dikirin qîrewîr. Dîsa me gelek caran dema cenaze radikirin jî didît.
‘POLÎS GOT EM KETIN ÇIRAVÊ’
Bi demê re li dijî êrîşan berxwedanek çawa hate nîşandan?
Her roj berxwedan hê mezintir dibû, hêzên dewletê heta xendekek digirtin gelek leşker û polîs li ser dikirin. Bi dehan maşîneyên kar, wesayîtên zirxî dihatin rûxandin, tank dihatin derbkirin. Li beramberî vê hêzên dewletê dişkeştin. Axaftinek rojekê bûm şahid jixwe rewşa wan radixist ber çavan. Ji polîsan yekî digot; “Ji me re gotin operasyonek ji rêzê ye, em ê xendekan bigirin û wisa em anîn. Lê em bi berxwedanek mezin re hevrû bûn. Em ketin nav çiravê, negotibûn wê wisa bibe.” Hêzên dewletê behsa têkçûna xwe dikirin, me jî her roj şahidî ji mezinbûna berxwedana wan lehengan re kir.
Me şahidî kir ku cenazeyên bi sedan leşker û polîsî birin qereqola li nêzî rêhesinê. Her roj hêzên dewletê şikestinek hê mezintir didîtin. Êdî ji wê atmosfera wan a roja yekem ti tişt nemabû.
‘KÊLIYEKÊ JÎ SERÎ NETEWANDIN’
Di vê demê de wê endamên YPS/YPS-JIN’ê didîtin?
Erê, me carîna ew didîtin. Gotin têra vegotina wan lehengan nake. Piştevanî, fedakartiya wan nayê gotin. Kêliyekê jî serî netewandin, her tim bi moral bûn, paşde gav nedavêtin, çeperên xwe nediterikandin. Bi hefteyan hêzên dewletê bi pêş ve neçûn. Hêzên dewletê hemwext bi tank û topan lê dida. Ji bo xendekekê bi dehan çekên giran û tank bi kar tanîn. Helîkopteran bomberdûman dikirin. Lê, şervanên YPS derhal bersiv didan û êrîş pûç dikirin. Ez 70 salî me û heta niha min berxwedanek wisa ne dîtiye ne jî bihîstiye.
JI BO HÊZÊN DEWLETÊ ‘TESLÎM BIBIN’
Di vê pêvajoyê de demek we bandor kiriye an jî di bîra we de mayî heye?
Şervanên YPS/YPS-JIN’ê bangên “Teslîm bibin” li hêzên dewletê dikirin. Ji hoparlorên mizgeftê bang li hêzên dewletê dikirin û digotin: “Tank û topên we hebin, ê me jî îrade û baweriya em ji Rêber Apo digirin heye. Em ê ti carî serî li ber we netewînin, werin û teslîm bibin.” Dûvre jî dengê stranên berxwedanê ji hoparloran bilind dibûn. Di vê demê de ne tenê em, tevahî gelê ku malên xwe neterikandin moralek mezin girtin û bûn şahidê qehremantiya şervanên YPS’ê.
‘DEWLET VEKIŞIYA’
Demekê hat gotin ku hêzên dewletê vekişiyane…
Hêzên dewletê ku di hefteyên pêş de kuştiyên zêde dan, vekişiyan. Me dît sibehekê vedikişin, êdî nikarîbûn şer bikin, her hewl didan bi pêş biçin, derbên giran xwarin. Piştre bi tankan tax dorpêç kirin û ketober bombe kirin. Kêliyên xeternak hebûn. Hêzên dewletê li Nisêbînê kevir li ser kevir nehiştin, li qadên ku xendek nîne jî bombe kirin. Jixwe ji bilî çekên giran, tank û topan êdî dewlet nema dikarî bi pêş ve biçe û hêza wê nemabû bikeve taxan. YPS’ê destûra pêşdeçûyinê nedida hêzên dewletê. Wan jî berê xwe dan çekên giran.
‘BI BALAFIRAN BOMBE KIRIN’
Bomberdûmana bi balafiran kengî çêbû?
Piştî hêzên dewletê vekişiya, balafiran dest bi bombekirinê kirin. Mîna şerekî mezinbû, mal dihatin hilweşandin. Bajar di bin bomberdûmanek giran de dihat hilweşandin.
‘GIŞTÎ CIWANÊN LI NISÊBÎNÊ MEZIN BIBÛN’
Tevahî ciwan bûn, ciwanên Nisêbînê, li van kolanan mezin bibûn. Gerîla nîn bû. Xwendekar, karker, ciwanên Kurdên kedkar bûn. Ji bilî van ti kes nîn bû. TEvî vê jî li beramberî artêşek mezin, hêza çekan, tank, top û balafiran li ber xwe dan.
‘ME GELEKÎ ZILIM DÎT’
Hêzên dewletê çi anî serê gel?
Digotin eger ji malên xwe derkevin wê me bikujin. Ketober gule li malê me direşandin, gaz davêtinê, li gel me derî û şibakeyên xwe digirtin jî em ji gazê bandor dibûn. Gelekî zilm li me kirin, lê me piştevaniya hev dikir, gelê Nisêbînê ti carî paşde gav navêt, em bûn yek û me serî li ber êrîşan netewand.
‘DI BIN GULEYAN DE ME NAN DIGÎHAND HEV’
Wek sivîlên li Nisêbînê we piştevaniyek çawa bi hev re dikirin?
Me her tiştê xwe li hev parve kirin, me li ber xwe da. Dema me nan çêdikir, di bin guleyên hêzên dewletê de me digîhand hev. Bi çendan caran em bi mirinê re hevrû bûn, dîsa jî me nan û ava xwe digîhand hev. Me moral dida hev, me got em ê ti carî Nisêbînê neterikînin û me neterikand jî. Me di vê demê de alîkariyên ji saziyên dewletê negirt, em bi derfetên xwe li ser piya man..
‘KESÊN RIH DIRÊJ, BIYANÎ HEBÛN’
Ti tiştekî ku nav hêzên dewletê bala we kişand, kesên biyanî hebûn?
Kesên rih dirêj, biyanî hebûn. Dişibiyan çeteyên DAÎŞ’ê. Ev bi taybet bêrehm bûn. Me dizanîbû teqez di nav wan de çeteyên DAÎŞ’ê hene û dem bi dem me bi çav didît.
‘CERDEVAN DEST JI ÎXANETÊ BERDIN’
Cerdevan jî di vê êrîşê de hebûn?
Erê. Bi taybet dixwazim bang li cerdevanan bikim; hûn bêşermino, dijminên gelê xwe ne. Li vir êrîş li ser nirxên gelê Kurd çêdibin, Nisêbîn tê hilweşandin, bi tank, top û çekên giran êrîşî ciwanên Kurd dikin, hûn li gel hêzên dewletê cih digirin û êrîşî gelê xwe dikin. Ev dewlet li vir ne mayinde ye. Gelê Kurd zû an dereng wê rizgariya xwe ragihîne, wê demê hûn ê li rûyê kê binêrin. Êdî dest jî îxanetê berdin û li cem gelê xwe cih bigirin. An wê ev gel ti carî cerdevanan efû neke.
‘DEWLET TÊK ÇÛ’
Herî dawî dixwazin çi bêjin?
Em ê heta dawî li ser axa xwe bin, ev axa me ye. Em dest ji Nisêbînê, daxwaza xwerêveberiyê neqerin. Ti cihê ku em biçinê nîne, divê em jiyanek azad ava bikin, heta dawiyê em ê li ber xwe bidin. Dewletê bi mehan êrîş kir, sûcên şer û her cure sepanînên derveyî mirovahiyê kir. Lê, serneket, têk çû û li beramberî berxwedana me şikest. Bi tank, top, balafiran ve bajar xira kir lê têk çû, me serî netewand. Em ê ji niha û şûn de jî xwedî li bajarê xwe derkevin û xwerêveberiyê ava bikin. Ti rêyên me yên din nîne. Ti rêyên me ji bilî jiyanek azad a li welatê me, li ser axa me nîne.