Du jinên ji aliyê AA ve hedef hatin nîşandan, bi rojan e binçavkirî ne

Seda Baykan û Nûray Mengîllî ku ajansa AA têkildarî wan got, "Dema ji bo êrîşa bombeyî keşf dikirin hatin girtin", ev neh roj in binçavkirî ne. Baykan û Mengîllî di 28'ê Mijdarê de hatibûn binçavkirin.

Anadolû Ajansi (AA) bi nûçeya xwe ya bi sernavê "Terorîstên amadekariya êrîşê dikirin li Îzmîrê hatin girtin", du jinên di 28'ê Mijarê de hatin binçavkirin, hedef nîşan da.

Ajansa nûçeyan a dewletê (AA) têkildarî Seda Baykan û Nûray Mengîllî îdîaya "dema ji bo êrîşa bombeyî keşf dikirin hatin girtin" li aboneyên xwe belav kir.

Tevî ku li dijî wan biryareke dadgehê nîne, Baykan û Mengîllî ku ji aliyê AA ve bi "endametiya MLKP" hatin sûcdarkirin, ji 28'ê Mijdarê û vir ve li Şaxê TEM'ê di binê çavan de ne. Her du jinên navborî, ji aliyê polîsên bi maske ve bi lêdanê hatibûn binçavkirin.

Nayê zanîn bê Baykan û Mengîllî kengî derkevin pêşberî dozgeriyê.

Parêzer Îmdat Ataş da xuyakirin, ku ji ber 10 roj sibe diqede, wê îfadeya polîsan dest pê bike û got, "Lê ev ne zelal e, dibe ku dozgerî dema girtina li binê çavan dirêj bike."

Parêzer Ataş diyar kir, ku îşkenceya di dema binçavkirinê de li muwekîlên wan hatiye kirin, li Şaxê TEM'ê jî dewam kiriye.