Li Stûttgartê li dijî AKP/Qesrê protesto berdewam dikin
Li Stûttgartê HDK-A’yê rejîma AKP/Qesrê şermezar kir. Jin jî li dijî komkujiya jinan derketin qadan.
Li Stûttgartê HDK-A’yê rejîma AKP/Qesrê şermezar kir. Jin jî li dijî komkujiya jinan derketin qadan.
Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê aktîvîstên Kongreya Demokratîk a Gelan li Ewropayê (HDK-A) êrîşên AKP/Qesrê yên li ser Kurdan, muxalîfan şermezar kirin.
Çalakgeran pankarta bi nivîs, "Ji Rewşa Awarte re na, ji dîktatoriyê re na, ji Demîrtaş, Yuksekdag û hemû girtiyên siyasî re azadî" vekirin û wiha daxuyanî dan:
"Bi mebesta ku em polîtîkayên komkujiyê, îmhayê yên RTE/AKP’ê yên ku bi taybetî li Kurdistanê û li ser gelê Kurd dimeşîne û bi giştî li ser hemû gelan dimeşîne protesto bikin, şermezar bikin û bi raya giştî ya vê derê bidin bihîstin, raya giştî bihîstyar bikin em ê her Duşem saet 17-19 li Stûttgart, li Meydana Schlossplatzê em ê mitîngên xwe domdar bikin. Ji ber dikanên sersalê rê tine û em niha nikarin çalakiya xwe ya kondanînê bikin. Lê piştî sersalê em ê bi çalakiya xwe ya kondanînê em ê êrîşên dewleta Tirk û RTE yên komkuj, îmha, girtin, êşkence û hwd. em ê çalakiya kondanînê pêk bînin. Ji bo ku em rê nedin faşîzmê, dîktatoriyê, em ê têkoşîna xwe li Stûttgartê bi hemû hêzên şoreşger re vê gavê her duşemê bi mîtîngekê pêk bînin.
JI BO SÊ JINAN DADMENDÎ
Însîyatîfa Jinan a Kurd a Stûttgartê jî, bi pankarta ‘Ji bo Sakîne, Fîdan, Leyla em dadmendiyê dixwazin’’ tevlî mîtîng û meşê bû ku her duşem ji bo projeya Stûttgart 21 were rawestandin tê lidarxistin. Însiyatîfê diyar kir, ji bo komkujiya Parîsê bi awayekî dadmendî were zelalkirin ew ê çalakiyên xwe xurt bikin.