Ji bo doza Tûncel û Kişanak biryara yekirin û neqil kirinê

Ji bo doza darezandina Tûncel û Kişanak biryara yekirinê hate dayîn. Bi hinceta “Ewlekariyê” ji bo dozê neqlî bajarekî din bikin ji bo Serdozgeriya Komarê ya Amedê nivîs hate nivîsandin.

Di çarçoveya lêpirsîna li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dosyaya doza hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) Sabahat Tûncel û Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak kirin yek. 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi piraniya danegan îdanameya ku têkildarî Kişanak û Tûncel amade kirî er ê kir. Dadgeha ku ji bo lêkolînkirina girtina Tûncel û Kişanak û daxwaza parêzeran a berdanan mûwkîlên wan nirxand, heyetê bi hinceta “Gomanên bi hêz ên suc” û “Delîlên saxlem” nîşan da û daxwaza girtinê red kir û biryara girtinê ya heyî da.

Dadehê, ji bo ku Kişanak û Tûncel di hevdîtina meha Çileyê de bê li dar xistin, ji bo bi rêya SEBGÎS’ê beşdar bibin nivîsîn ji girtîgehê re şand.

HINCETA NEQILKIRINÊ: EWLEKARIYA CIVAKÎ!

Dadgehê ji bo neqilkirina doza Tûncel û Kişanak biryar da ku nivîsê ji bo Serdozgeriya Komara Amedê re şand û ev hincet nîşan da: “Di rewşekî ku sucdar li Amedê bên darezandin, di aliyê ewlekariya civakî de, ji ber rewşa xeteriyê li gorî xala 19’emîn a CMK’ê ji bo doz bê neqilkirin ji Serdozgeriya Komarê ya Amedêre nivîsa muzakereyê bê nivîsandin.”

Di rewşeke ku dozgerî er ê bike ji bo neqilkirina doze wê ji bo Wezareta Edaletê nivîs bê şandin.