ANALÎZ

Fîdel Castro û Şoreşa Zindî -Selahattîn Erdem

Castro jî di axaftina xwe ya dawiyê de wiha gotibû: Divê îdealên me bijîn û divê em ji bo wan têkoşîna xwe bidomînin. Em bawer û hêvîdar în ku şoreşa Kubayê, li ser erdnîgara cîhanê jî wê şoreş her berdewam bin.

Serokê şoreşa Kubayê Fîdel Castro yek ji şoreşgerên mezin ku di sedsala bîstî de serketinê bi dest xist, di nod saliya xwe de ji nav me koç kir. Em wî bi rêzdarî bibîr tînin, êş û jana gelê Kubayê parve dikin. Yek ji gotinên ku di sedsala bîstî de şoreşgeran pir digotin jî gotina, şoreşger dimirin, lê şoreş dijîn, bû. Castro jî di axaftina xwe ya dawiyê de wiha gotibû: Divê îdealên me bijîn û divê em ji bo wan têkoşîna xwe bidomînin. Em bawer û hêvîdar în ku şoreşa Kubayê, li ser erdnîgara cîhanê jî wê şoreş her berdewam bin.

Bêguman şoreşa Kubayê di nav şoreşên sedsala bîstî de şoreşeke rengîn û xwedan xeteke xweser bû. Ev xet ji aliyê Fîdel Castro û Che Guewara ve dihat temsîlkirin û di afirandina şoreşa ciwanan a 1968'an de xwedan bandoreke herî mezin bû. Her wisa vê bandor kir ku tevî belavbûna sosyalîzma real jî, şoreşa Kubayê heta niha li ser lingan bimîne. Bi taybetî jî feraseta bi prensîp, lêgerîn û dîtina bênavber a şoreşgerî ku Che Guewara nûnertiya wê dikir, di serî de li Emerîkaya Latîn, li tevahiya cîhanê rê li ber geşbûna şoreşan vekir.  

Ya rastî şoreşgeriya Fîdel Castro û Che Guewara giyanek bû, moral bû, cesaret û fedekarî bû. Ew heybeta şoreşgerî ya li cem wan, di serî de ciwanan, tevahiya beşên civakê digirt bin tesîra xwe, ya girîngtir jî ew bû ku yên dijberên wan jî di bin bandora wan de diman. Ji ber vê ye ku li ser geşedanên şoreşgerî yên di nîvê sedsala bîstî de di asta herî jor de bi bandor bû. Şoreşgeriya Kubayê li hemberê nêzîkahiyên siyasî yên teng ên sosyalîzma real tim û tim hewla parastina rêgezên sosyalîzmê da û xwest nûnertiya wê bike. Dîsa israr û keda wan a di pêşxistina gerîlatiyê de gelek girîng bû. Li ser vê esasê di pêşketina tevgerên ciwanan yên sala 1968'an û di lêgerîna sosyalîzma nû de keda wan di rêza yekê de bû.  

Bêguman li ser pêşketin û geşedana şoreşa azadiyê ya Kurdistanê jî bandora şoreş û şoreşgerên Kubayê mezin bû. Li gel ku di aliyê polîtîk û rêxistinî de têkiliyeke cidî di navbera wan de pêknehatibe jî, mirov bi hêsanî dikare bêje ku du pêşketinên şoreşgerî yên ji gelek aliyan ve hevreng in. Serketina şoreşa Kubayê, cesaret û fedekariya di hundirê wê de, israra wê ya di gerîlatiyê de û afirandvanîya wê, bi taybetî jî lêgerîna wê ya di sosyalîzma bi prensîp de ji bo şoreşgeriya Kurdistanê tim çavkaniya feyz û îlhamê bû. 

Di salên 90'î de dema sosyalîzma real diheliya, di jiyandina sosyalîzmê ya teorî û pratîk, zindîhiştina wê de jî kedeke mezin a şoreşgeriya Kubayê hebû. Li gel her cure bêhêvîtî û reşbîniyê jî serokatiya Fîdel Castro tim hewla hêvîdarî û biryardariyê da. Şoreşgerên Kurdistanê di serdema navborî de jî ji sekna şoreşgerên Kubayê hêzeke mezin wergirtin. Di rastiyê de hevrengî û biratiya şoreşên Kuba û Kurdistanê di wê pêvajoyê de bêhtir bi pêş ketiye. 

Şerê psîkolojîk yê modernîteya kapitalist kû digot; serdema şoreşan qediya. Du rêberên ku herî zêde li dijî wê sekinîn û têkoşiyan jî Fîdel Castro û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûn. Bi analîzên teorîk û pratîk yên bi pêş xistîn û bi pratîka şoreşgerî ya herdemî ve derewa liberal serûbino kirin. Her wiha rastîya şoreşa herdem zindî jî derxistin holê. 

Li ser vê babetê wek encam em dikarin wiha bibêjin: Rastiya Fîdel Castro wek di şoreşa Kuba de, di şoreşa Kurdistanê de jî dijî û wê her dem bijî. Wê şoreşgeriya Kurdistanê jî li dijî her cure ezperestîya liberal, li ser xeta azadiya civakî, wekheviya cihêrengiyan, parvekirin û biratiyê bimeşe û wê îdealên Fîdel Castro tim û tim zindî bihêle. Hem jî wê vêna li Rojhelata Navîn ya ku şerekî din ê cîhanê li dar e,li dijî faşîzma DAIŞ'ê û ya AKP'ê di nav têkoşînê de pêk bîne. 

Ev faşîzma ku her cure komkujiyan dispêre civaka Kurd, şerê herî derew ê psîkolojîk jî li dijî gelê Tirkiyeyê û li hemberê mirovahiyê bi pêş dixe, hewl dide ku rastiyan berevajî bike û temenê desthilatiya xwe dirêj bike. Encax, êdî kumê keçel ketiye û rîşkên wî eşkere bûyîn e. Geşedanên ku her roj tên jiyîn rûpoşa AKP'ê berjêr dike û derdixe holê ku împaratoriyeke çawa ya tirs û derewê ye.

Wek nimûne, li gel ku heta niha gelek derdoran behsa hevkariya AKP û DAIŞ'ê kirin jî, rêveberên AKP'ê tim îdiaya ku li dijî DAIŞ'ê şer dikin anîn ziman. Baş e, şerê babeta gotinê li ku ye? Bi êrîşa li ser Minbicê ya Hêzên Demokratîk yên Suriyeyê ku ji DAIŞ rizgarkiribû ve li dijî DAIŞ'ê şer dikin? Gelo êrîşa artêşa Tirk a li ser Minbic û Babê ne ji bo rizgarkirina DAIŞ'ê ya di operasyona Reqayê de tengavbûyî ye. Ma ji vê zelaltir û eşkeretir hevkariya AKP û DAIŞ'ê dibe?

Li aliyê din, hêzên şoreşger heta niha tim gotin ku AKP xwe berdaye ser xeta MHP'ê û li holê bi awayekî fiîlî koalîsyoneke AKP û MHP'ê heye. Bi taybetî jî îtifaqa navborî ji hilbijartinên 7'ê Hezîranê heta niha tim li dar bû. Dîsan, rêveberê vê pêvajoya desthilatiya AKP'ê jî tim Bahçelî bû. Li gel ku gelek derdoran banga resmîkirina rewşa fiîlî li aliyan kirin jî, rêveberên AKP'ê vê rewşê tim bi derewan bersin dan. Lê di vê babetê de jî kumê AKP'ê ket û rîştên wê xuya kirin. Vê gavê jî, ji bo serokatiya Tayîp Erdogan, di xebata guherandina destûra bingehîn de hevkariya AKP û MHP'ya navborî bi zelalî derket holê. 

Di van aliyan de her tişt zelal bûye: Faşîzmeke AKP, MHP û DAIŞ'ê ya li serê gelên li Rojhilata Navîn bûyî bela, heye. Ev bêyomên faşîst, dijminahiya Kurdan, dijminahiya jinan û dijminahiya gelan dikin. Di heman demê de kujer û qetil in. Ev bêyomên faşîst yên AKP kordînatoriya wan dike, di heman demê de şerê psîkolojîk yê li ser bingeha derewan di asta herî bilind de bikar tîne. Mirov dikare bêje ku hikûmeta AKP'ê bêsedem tevahiya çapemeniya li derveyê xwe qedexe û bêdeng nekir. Vaye tevahiya êrîşan ji bo vê pêkanî.

Niha ev koma bêyom a faşîst ku di her tiştî de tekperestiyê esas digire, di axaftin û gotinê de jî tekperetestiyê esas digire. Wisa ye ku 24 saet Tayîp Erdogan, Devlet Bahçelî û Bînalî Yildirim diaxivin û dibêjin bila her kes guhdariya me bike, ji gotinên me jî bawer bike. Tek reng û tek dengiya dîktatoriya faşîst jî wiha derdikeve holê. Li ser vê bingehê her tişt tê berevajîkirin û faşîzma AKP û MHP'ê ya li ser ketinê ye, mîna ku wê her qadê fetih bike tê nîşandayîn. 

Li ser vê xalê em dikarin vêna bêjin: Divê ti kes bi gotinên faşîzma AKP û MHP'ê bawer nebe. Çapemeniya ku bûye bizmik û berdevkê AKP'ê ti tişteke rastîn nabêje û nanivîsîne. Li holê şerekî psîkolojîk a bê emsal heye ku dikarin ji Gobelsê propagandavanê Hîtler re jî bêjin - de here wê da!. Ji ber hindê divê her kes xwe ji şerê psîkolojîk yê faşîzma AKP û MHP'yê biparêze.   

Rastî ev e; faşîzma AKP û MHP'ê li ber ketinê ye. Rêveberiya Tayîp Erdogan di rewşeke ji cîhanê tecrîtbûyî de ye. Ji ber wê jî kêliyê carek, bi rêka telefonê li gel Putîn diaxive û hewl dide civaka Tirkiyeyê bixapîne. Dibêje ku bi Rûsya, Îsraîl û Îranê re di nav têkiliyên baş de ye, lê di rastiyê de têkiliyên herî dijminane jî ev in. Di salvegera xistina balafira Rûsî de li Sûriyeyê leşkerên Tirk ji aliyê Rûsyayê ve hatin kuştin û birîndarkirin, lê rêveberiya AKP ê nekarî tiştekê bêje.. 

Li gel ku rastî wiha ye, lê her roj dibêje; ez ê Babê bigirim, bikevime Şengalê û li dijî Qendîlê dest bi operasyonê bikim û hewl dide xwe hêzdar nîşan bide û civaka Tirkiyeyê jî bixapîne. Di rastiyê de; rojane li ser xwîna bi dehan ciwanên Tirk li ser lingan dimîne. Bi gotineke din desthilateke ku bi vexwarina xwînê li ser piyan dimîne ye…

Desthilata AKP'ê bi aliyekî ve bi makîneya şer û bi aliyê din ve bi şerê psîkolojîk ve hatiye girêdan. Bi rêya şerê psîkolojîk dixwaze xwe hêzdar bide nîşan, yên hemberên xwe tine bike û hebûna xwe biparêze. Ev şerekî psîkolojîk e, Ya rastî berevajiyê vê ye. Divê her kes xwe ji şerê psîkolojîk yê AKP'ê biparêze, bibîne ku faşîzma AKP'ê dikeve û li gorî wê jî têbikoş e…

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA