Heyeta Partiyên Çep ên Skandinavya wê serdana hevserokên giştî yên HDP’ê bikin

Heyeta ji serokên partiyên çep ên Skandinavya (Partiya Sosiyalîstên Cep a Norwec SV, Partiya Cep a Swêd - Venstre, Partiya Tifaqa Çep a Fînlandiyayê û Partiya Tifaqa Kesk-Sor a Danîmarka) ji bo piştgîriya bi HDP’ê re wê sibehê biçin Tirkiye.

Heyeta ji serokên partiyên çep ên Skandinavya (Partiya Sosiyalîstên Cep a Norwec SV, Partiya Cep a Swêd - Venstre, Partiya Tifaqa Çep a Fînlandiyayê û Partiya Tifaqa Kesk-Sor a Danîmarka) ji bo piştgîriya bi HDP’ê re wê biçin Tirkiye.

Têkildarî mijarê serokê partiya Sosyalîsta Çep a Norwec, Aûdûn Lysbakken ku di hevpeyvîna bi STÊRK TV re anî ziman ji bo piştgîrî bidin HDP’ê, wê biçin Tirkiyeyê.

Aûdûn Lysbakken diyar kir ku wê heyta ku ji serokên Partiya Tifaqa Kesk-Sor a Danîmarka, Partiya Çep a Swêdê, Partiya Tifaqa Çep a Fînlandiyayê û Partiya Çep Sosyalîst a Norvêcê pêk tên, wê di 7’ê kanûnê de biçin Tirkiye, 8’ê Kanûnê ji Pênçşemê saet 10.30’an wê li Girtîgeha Edîrneyê serdana Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bikin.

Lysbakken wiha got: “Em wek partiya Cep a Norwec her tim piştgîriya ji bo HDP diyar kiriye û di roja îro de ku HDP, saziyên mafên mirovan û rêxistinên Kurdan di bin zextek giran da ne, em nikarin li hember vê bêdeng bimînin. Em amade ne ku alîkariya HDP bikin.”

Aûdûn Lysbakken têkildarî girtin û desteserkirina şaredarên Kurdan a li bakurê Kurdistanê jî wiha anî ziman: “Ew rexneyê ku ji aliyê YE’yê ve li Tirkiye têne kirin, kêm in û têrê nakin. Ji ber vê yekê em weke partiyên Cep yên Bakurê Ewropa serdana Tirkiye dikin û dixwazin nîşan bidin ku hilbijartiyên Kurd yên HDP’ê ne bi tenê ne. Em ê hewil bidin biçin serdana Demirtaş ê li girtîgehê.”

Di dawî de serokê partiya Sosiylîstên Cep a Norwec, Audun Lysbakken wiha got: “ Em girtina hilbijartiyên Kurd wekû darbeyek li hember demokrasiyê dibînin û ya ku ji destê me bê, em ê hewil bidin zexta li ser demokrasiyê, binpêkirina mafê Kurdan û hêzên muxalif bixin rojeva qada navnetewî.”