Onder: Dolarê li binê balîfan bi qasî serê derziyê jî tesîrê li aboriyê nake

Profeserê Aboriyê Onder li ser rewşa krîza aborî ya Tirkiyê ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku jinirxketina pereyê Tirkiyeyê ne diyardeyeke demdemî û ji rêzê ye, ku di maweyeke kurt de heq jê were derketin.

Profeserê Aboriyê Onder li ser rewşa krîza aborî ya Tirkiyê ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku jinirxketina pereyê Tirkiyeyê ne diyardeyeke demdemî û ji rêzê ye, ku di maweyeke kurt de were çareserkirin û heq jê were derketin. Onder got krîza niha ya aborî ya dewleta Tirk krîzeke ji krîza avaniyê ya aboriya Tirk e û gotinên populîst ên ku dibêjin, "Dolarên xwe yên bin balîfan derxînin, hûr bikin" wê bi qasî serê derziyê jî bandorê li rewşê neke. Prof. Onder da xuyakirin, ku gotinên 'em dixwazin bazarginiyê bînin ser pereyên neteweyî' jî di vê serdema niha de ne pêkan e, ji ber ku bazirganiya navdewletî bi pereyên wî welatî tê kirin ku di dinyayê de dewleta herî xurt e ku di rewşa niha de jî bazirganiya dinyayê bi dolaran dibe.

Profesorê Iktîsadê Îzettîn Onder li ser rewşa aborî ya Tirkiyê ev tespît kirin: 

'PEVGUHAZTINA PEREYAN KÊŞEYÊ ÇARESER NAKE'

Onder bi berdewamî  diyar kir, eger li Tirkiyê pevguhêziya pere tim di rojevê de be wê demê divê mirov li mehîna domdar a nirxê pereyê wî welatî vekole. Sedema kêmbûna nirxê pereyê welatekî ya li qada navdewletî xwe dispêrê du sedeman û wiha domand:

"Ya pêşî enflansyona zêde ya sîstemîk a wî welatî û ya din jî ji ber sedemên pir û guherbar ji hev vebûna carî ya wî welatî ya bi awayekî sîstematîk e. Ji hêla avaniyê ve mixabin ku bi van du pirsgirêkan re digevize. Her çendî bi rêbazên çêker hewl tê dayin ku enflasyon were çewisandin jî, lebitineke biçûk dibe sedem ku enflasyon serî rake. Dema ku mirov li meseleya ji hev vebûna carî dinere jî, bêberbûna aboriyê û di serî de tesarrûf û pêgirîbûna bi kanên sirûştî, bi giştî bandoreke neyênî li bazirganiya derveyî ya welêt dike û bi awayekî sîstematîk ji hev vebûna carî pêk tê. Di mêjûya me ya îktîsadê de heye ku car caran serî li rêbazên fînansî ya Ponzî jî hatiye dayin. Ev kêşe ji ber ku bi giştî kêşeyên avaniyê ne ne pêkan e ku di maweyeke kurt de were çareserkirin. Di vê rewşê de zêde pêkan xuya nake ku ji meseleya pevguhêziya diravan mirov di demeke kurt de xwe xilas bike.’’

'KU VEGERIN SER PEREYÊ NETEWÎ JÎ ENCAM NAGUHERE'

Onder li ser gotinên rayedarên dewleta Tirk ku bi gotinên populîst dibêjin em ê bazirganiya xwe bi pereyên YTL bikin jî got, ‘’Destketin an jî windakirina welatekî a di bazirganiya derve de bi awayekî reel bi wê ve girêdayî bê ka çi daye û çi standiye û ev rêje di berjwendiya welêt de ye yan na (welat dewlemend dibe yan na) yan jî ne di berjewendiya wê de ye (welat hejar dibe). Heke welatek di bazirganiya derve de bi demê re ji hêla ku ji hêla hijmaryarî ve dayî zêdetir bistîne di karê de ye û kêmtir bistîne jî di xisarê de ye. Ev rêje bi bipêlbûna bihayan a herdu welatan pêk tê. Ji bo vê jî, di bazirganiya derve de, bêhtir li dinyayê kîjan dewlet xurtir be bi wî pereyî bazirganî tê kirin, ew jî vê gavê dolar e."