Sancar: Tola 7’ê Hezîranê ji Demîrtaş distînin

Sancar ê ku Demîrtaş ziyaret kir got, desthilatdariya AKP/Qesrê hewl dide tola 7’ê Hezîranê ji Demîrtaş bistîne.

Wekîlê HDP’ê yê Mêrdînê Mîhtat Sancar 3’ê Kanûna 2016’an çû Girtîgeha Tîpa F a Edîrne û Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ziyaret kir. Sancar ji ANF’ê re axivî.

Sancar diyar kir, Demîrtaş di nav şertên giran ên tecrîdê de ye, li dijî van nehiqûqiyan serî li rêveberiya girtîgehê dane lê ti bersiv nehatiye dayin û got, desthilatdariya AKP’ê hewl dide ku tola 7’ê Hezîranê ji Demîrtaş bistîne. Sancar got ew ê li dijî van kirinên kêfî 6’ê Kanûnê serî li Hakîmtiya Înfazê ya Edîrneyê bidin.

Sancar bi Serokwekîla Meclîsê Pervîn Buldan re Demîrtaş ziyaret kiribû. Sancar diyar kir ku tendiristî û moralê Demîrtaş baş e û bi berdewamî got, ‘’Nahêlin Demîrtaş bi Wekîlê Colemergê Abdullah Zeydan re hev bibînin, ku li heman girtîgehê dimînin, xebatên yasayê bi awayekî kêfî têne astengkirin, nameyên wan têne sansûrkirin, hevdîtinên ku bi parêzeran re dike têne tomarkirin û guhdarîkirin’’ Sancar diyar kir li dijî mafê Demîrtaş bêhurmetî tê kirin û li dijî van nehiqûqiyan bersiv nedana nerazîbûnên wan.

LI DIJÎ BINPÊKIRINÊN MAFAN SERLÊDANA LI HAKIMÎYA ÎNFAZÊ

Sancar diyar kir, li dijî van kirinên nehiqûqî îro parêzer û wekîlên HDP’ê wê serî li Hakîmiya Înfazê ya Edîrneyê bidin û got, Demîrtaş ê ku destlênedana wî didome û ji bo vê jî divê bi awayekî bê girtî were darizandin, hem hatiye girtin û hem jî tecrîd li ser heye.

Sancar got, ‘’ev kirin hem asteng dike ku mafê ku ji statûya wekîlbûnê tê were bikaranîn û hem jî destlênedanê binpê dike û bi berdewamî, ‘’rêbazeke kêfî ya cizakirinê sazkar e û pratîkeke sîstematîk heye ku armanc dike ji heqê siyasî bê par bike. Ti yek ji van ne hiqûqî ye, ev hemû rêbazên ezîyetê, tolhildana siyasî ne. Hikûmet û Qesr dixwazin Demîrtaş ê ku hemû planê wan têk birî ceza bike. Sancar diyar kir ku ew bi Demîrtaş re weke ku li derve be xebatên xwe didomînin, Demîrtaş ji nêz ve rojevê dişopîne û got, ‘’Demîrtaş tişta ku lîderekê siyasî bike, zêdetir pêk tîne’. Sancar herî dawî got, ew ê weke wekîlan ji bo vê tecrîdê bişkînin wê têkoşîna xwe berdewam bikin û hemû rêyên siyasî, hiqûqî bi kar bînin.