Kongreya KDG-F wê 10’ê Kanûnê bê li dar xistin
Kongreya Damezirinadina KDG-F’yê, wê 10’ê Kanûnê bê li dar xistin. Banga bejdariya kongreyê hate kirin.
Kongreya Damezirinadina KDG-F’yê, wê 10’ê Kanûnê bê li dar xistin. Banga bejdariya kongreyê hate kirin.
Ji beriya Kongreya Damezirandina Kongreya Demokratîk a Gelan a Fransayê (KDG-F), ji aliyê Koordînasyona Hewldana Meclîsê ve daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.
Di daxuyaniyê de ku li lokala Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê hate lidarxistin ev agahî hate dayîn: “Kongreya Damezirandina KDG-F’yê wê 10’ê Kanûnê di saet 09:00’an de li Salona Kongreya Navenda Giştî ya Partiya Komînîst a Fransayê bê li dar xistin.”
‘WELATÊ ME BER BI TARÎTIYEKÎ KÛR VE DIÇE’
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
“Bi biryara pêkanîna rêxistinkirina KDG a Ewropayê re li welatên Ewropa û Fransayê dest bi xebatên rêxistinkirinê dikin.
Bi civîna KDG a Ewropa ku 8’ê Gulana 2016’an li Brukselê hate lidarxistin, xebat û hewl danên rêxistin kirinê bi fermi destpê kirin.
Li Frans, Parîs û derdorî wê li 4 herêmên bajarên Bordeaûx, Nancy-Metz, Mûlhaûse, Saînt-Brîeûc xebatên Kongreyên Meclîsan temam bûne. Êdî em ji Kongreya KDG-F’yê re amade ne.
Di encam darbeya Îslama faşîst a ji aliyê diktatorya AKP/Qesrê ve ku li Tirkiye û Kurdistanê tê meşandin civaka muxalîf, hemû beşan Tirkiye bûye girtîgehekî servekirî. Girtina wekîlan tê wateya girtina vîna 6 milyon kesan. Hilweşadina ku li Kurdistanê hê me ji bîr nekiriye.
Welatê me ber bi tarîtiyekî kûr ve diçe, êdî ne mimkûne ku em koçberên ku li Fransayê dijîn li hember van kiryaran bêdeng bibin.
Dîsa li Fransayê êrîşên nîjatperest û distûrên cudakariyê yên li dijî koçberan, polîtîakyên kemer şidandinê yên li hember kedkar û refên karkeran her roja ku diçe hê zêdetir dibe.
Di vî warî de KDG-F’yê xebatên rêxistinkirina koçberan a di vê konjonkuturyê de dike armanc, wê rêxistin kirina wê hê girîngtir bigire dest û xûrt bike.
Di hevdîtinên me de yên li hemû herêman ên ku heta roja meya îro hati kirin me ev pirsgirêk bi kedkarên koçer re gotûbêj kirin. Li pêşberî pirsgirêkan rêxistinên koçberên ên Kurd, Tirk, Elewî, Suryanî û Ermenî û hemû beş, me hewl da ku têkoşîna hevpar di bin sêwana Meclîsa KDG a bajêr de kom bibin.
DAXWAZANAMEYA KONGREYÊ
Meclîsa ku bi Kongreya KDG-Fransayê re hate avakirin, wê weke meclîsekî koçberan xebat bide meşandin. Her kes yan saziyên ku dixwazin têkildarî avakirina meclîsê yan fikrên di derbarê avakirina meclisê gotûbêjan bikin, em dixwazin hemû rêxisin, rewşenbîr, demokrat û zanîstîbûn bidin avakirin. Bang li hemû koçberên ku li Fansayê dijîn ku beşdarî kongreya ku wê 10’ê Kanûnê bê lidarxisin bibin.”