Nehiştin wekîlên ku çûne Edîrne Demîrtaş û Zeydan bibînin

Rê nehat dayîn ku heyeta HDP’ê, Demîrtaş û Zeydan bibînin.

Heyeta ku ji Seroka Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê û Wekîla HDP’ê ya Edene Meral Daniş Beştaş, Wekîla Mûşê Bûrcû Çelîk Ozkan û Wekîlê Mêrdînê Erol Dora pêk dihat, bi mebesta ku Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Wekîlê Colemergê Abdullah Zeydan ziyaret bikin çûne Edîrne.

Beştaş bertek nîşan da ji ber sedema ku Wezareta Edelatê nehiştiye Demîrtaş û Zeydan ziyaret bikin û got, wekîlên HDP’ê tenê tenê hiştin û bi vî awayî êşkenceyê li wan dikin.

Heyta ku hevdîtina lê hatin astengkirin li rêxistina Bajêr a Edîrneyê ya HDP’ê daxuyanî dan.

Beştaş diyar kir Demîrtaş û Zeydan ew qasî nêzîkî hev in ku dikarin dengê hev bibihîsin lê li gel vê jî nahêlin ku ew li heman koxuşê bimînin, wan ji bi daxwaza ku ew li cem hev bimînin serî li Hakîmtîya Înfazê dane lê dîsa jî ti encam nestandine.

‘ÊŞKENCE’

Beştaş wiha anî ziman: ‘’Ne tenê Demîrtaş û Zeydan, hevseroka me Fîgen Yuksekdag, Îdrîs Balûken, wekîlên me yên din ên li Silîvre û Kandirayê jî bi tena serê xwe dimînin. Ev jî yek bi yek ne biryara midûrên girtîgehan e. Ev tam weke girtina hevalên me, bi darbeyekê, ya di 4’ê Mijdarê de, biryareke navendî ye.’’

Beştaş bi tenêhiştina wekîlan a di odeyan de, tê wateya êşkencekirina wekîlan.

Beştaş her wiha bertek nîşan da ji ber sedema ku nameyên Demîrtaş ji hêla rêveberiya girtîgehê ve hatiye sansûrkirin.