Çalakiya nobedê didome: Heta azadiyê berxwedan!
Çalakiya ‘Nobeda Azadiya ya ji bo nivîskar û xebatkarên Ozgur Gundemê hatibû destpêkirin dewam dike. Di çalakiyê de carekî din peyama berxwedan hate dayîn û banga daketina kolanan hate dayîn.
Çalakiya ‘Nobeda Azadiya ya ji bo nivîskar û xebatkarên Ozgur Gundemê hatibû destpêkirin dewam dike. Di çalakiyê de carekî din peyama berxwedan hate dayîn û banga daketina kolanan hate dayîn.
Çalakiya xebatkarên rojnameya Ozgur Gundemê, ya “NobeDa Azadiyê” ku ji bo rojnamegerên girtî Asli Erdogan, Necmîye Alpay, Zana Kaya û Înan Kizilkaya dane destpêkirin di hefteya 31’an de li ber Girtîgeha Bakirkoyê berdewam kir. Di çalakiyê de rojnameger Ertugrûl Mavioglû, Nivîskar Sûha Oguzertem, Akademisyenên aştiyê Prof. Dr. Zelal Ekîncî, Endamê Sendîkaya Nivîskarên Tirkiye Nalan Çelik û Mûazzez Ûslû, Endamên Tevgera Yekbûyî ya Hezîranê (BHH), Endamên SYKP, HDP, Vakfa Aştiyê, Dayikên Aştiyê û gelek kesên din amade bûn. Di çalakiyê de pankartên "Ramana azad nayê bêdeng kirin” û “Zana, Asli, Înan, Necmiye ne tenê ne” vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de hunermend Ayşe Tûtûncû û Tûncer Dûman nobed dewergirtin û stran gotin.
‘BI TEQEZ DIVÊ DAKEVIN KOLANAN’
Di nobedê de Rojnameger Ertugrul Mavioglû, diyar kir ku pêl bi pêl rojnameger, rewşenbir, nivîskar û demokratan davêjin girtîgehan û dixwazin wan bêdeng bikin û wiha got: “Wekî darbeya 12’ê Îlonê em dîsa di bin zext û zordariyan de dijîn. Lê wekî wê demê niha jî yên di ber xwe didin wê bi ser bikevin. Gotina me ya dawî yên ku her tim li ber xwe didin, wê bi ser bikevin.”
Nivîskar Nalan Çelik jî anî ziman ku heta hemû rojnameger, nivîskar û rewşenbir azad bibin wê li ber xwe bidin.
Çalakî bi starên piyanîst Ayşe Tûtûncû û mûzîkvan Tûncer Dûman ve bi dawî bû.