Heyeta navneteweyî serdana hevserokên giştî dike
Heyetên navneteweyî serdanên ji bo Yuksekdag û Demîrtaş ên li girtîgehê dîl tên girtin dewam dikin.
Heyetên navneteweyî serdanên ji bo Yuksekdag û Demîrtaş ên li girtîgehê dîl tên girtin dewam dikin.
Heyetên navneteweyî tevî hemû astengkirinên serdanan jî hevserokên giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ên li girtîgehên Kandira û Edîrneyê tên ragirtin ziyaret dikin.
Heyetek ji serokên Partiya Tifaqa Kesk-Sor a Danîmarka, Partiya Çep a Swêdê, Partiya Çep Sosyalîst a Norvêcê û Partiya Tifaqa Çep a Fînlandiyayê wê rojên 7-8’ên Kanûnê biçe serdana hevserokên giştî.
Buroya Çapemeniyê ya HDP’ê têkîldarî serdanê ev agahî parve kirin;
“Heyeta Partiya Çep a Swêdê, wê 7’ê Kanûnê roja Çarşemê saet 14.00’an Hevseroka me ya Giştî Birêz Fîgen Yuksekdag li Girtîgeha Kandirayê ziyaret bike.
Lîderên Partiya Tifaqa Kesk-Sor a Danîmarka, Partiya Çep a Swêdê, Partiya Çep Sosyalîst a Norvêcê û Partiya Tifaqa Çep a Fînlandiyayê jî wê 8’ê Kanûnê roja Pênçşemê saet 10.30’an li Girtîgeha Edîrneyê serdana Hevserokê me yê Giştî Birêz Selahattîn Demîrtaş bike.
Piştî ziyaretan, wê heyet û nûnerên partiya me li ber girtîgehê daxuyaniyek hevpar a çapemeniyê bidin.”