Eutelsat biryara dadgehê bi cih nîne!

Tevî ku Dadgeha Bazirganiyê ya Parîsê biryar da ku divê weşanên Med Nûçe û Newroz TV bên destpêkirin jî, şîrketa Eutelsatê vê biryarê bi cih nîne.

Piştî ku şîrketa Eutelsatê bi rengekî kêfî û li derveyî hiqûqê weşana Med Nûçe û Newroz TV birî, her du qenalên televîzyonê li Dadgeha Bazirganiyê ya Parîsê doz vekiribûn.

Di encama darizadinê de, dadgehê biryar da ku birîna weşanên her du qenalan karekî ne qanûnî û li derveyî hiqûqê ye. Dadgehê destnîşan kir, ku divê her du qenal li şûna xwe ya berê (li ser peyka Hotbirdê) weşanê bikin û Eutelsat jî mehkûm kir, ku ji ber vê pêkanîna xwe ya neheq, tazmînatê bide. 

Piştî ku biryarên dadgehê hatin eşkerekirin, rêveberiya qenalan û parêzerên wan bi rayedarên şîrketa Eutelsatê re têkilî danîn û hewl dan derhal weşanê bikin.

PEYMANEKE LI DERVEYÎ HIQÛQÊ FERZ KIRIN

Rêveber û parêzerên Eutelsatê jî ji bo vê pêvajoyê dirêj bike, her tim hincet afirandin. Peymanên heyî yên her du qenalan derbasdar nedîtin û ji bo destpêkirina weşanê, weke şert danîn pêşiya qenalan ku aplînga xwe li Fransayê bi cih bikin.

Di encama hewldanên berfireh de sînyalên TV ji navenda ku şîrketa Eutelsatê destnîşan kirin re, hat ragihandin û qonaxa dayîna franksê qediya. Eutelsatê vê carê ji Med Nûçe û Newroz TV re peymaneke nû şand. Li gorî vê peymanê jî, Eutelsat maf dide xwe ku kengî bixwaze karibe yekser weşanê bibire.

'TÊKOŞÎNA ME WÊ BIDOME'

Li ser navê her du qenalan daxuyaniyek hate dayîn û hat destnîşankirin ku li dijî pêkanînên kêfî û li derveyî hiqûqê yên Eutelsatê wê têkoşîna wan bidome.

Ev nêzîkatiya şîrketa Eutelsatê, ku tê wateya nenaskirin biryara dadgehê, weke encameke peymanên mezin ên aboriyê yên veşartî-vekirî yên bi dewleta Tirk re, tê dîtin.

Li aliyê din, Eutelsatê duh bi merasîmeke nepixandî, di berdêla mîlyar dolarî de peyka Gokturk 1 a ji bo artêşa Tirk şand fezayê. Ev şîrketa ku Rojhilata Navîn-Asya û Afrîka ji xwe re kiriye bazareke mezin û projeyên mezin amade dike, van berjewendiyên xwe yên bazirganiyê bi hevkariyên xwe yên Tirk û dewleta Tirk re dike.