Helwesta hevnegirtî û ne ji dil a rejîma AKP/Qesrê ya li pêvajoya çareseriyê, ku ev pêvajo ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatibû destpêkirin, roj bi roj bi bûyerên nû eşkere dibe.
Di sala 2014'an dema rêveçûna pêvajoya diyalog û çareseriyê de, Serdozgeriya Komarê ya Rihayê, lêpirsînek têkildarî 24 kesan dabû destpêkirin. Di çarçoveya vê lêprsînê de roja 2'ê Mijdara îsal, tevî endamên meclîsa partiyê, hevşaredar, endamên meclîsa şaredariyê û parêzeran 18 kes hatin binçavkirin. Têkildarî 6 kesan jî biryara zevtkirinê hat dayîn. Binçavkirî anîn Şaxê TEM a Rihayê ku di dema dawî de navê xwe bi îşkence û binpêkirina mafên mirovan tê bihîstin. Ev 6 roj in li vê derê di binê çavan de tên girtin.
Siyasetmedar, hilbijartî û hiqûqnasên Kurd nikarin bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin û hê îfadeyên wan nehatine girtin. Binçavkirina van 18 kesan di çarçoveya lêpirsîna sala 2014'an de, nêzîkatiya li çareseriya pirsgirêka Kurd radixe pêş çavan. Hîdayet Enmek ku parêzerê binçavkiriyan e, li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.
'HELWESTA NE JI DIL A DEWLETÊ Û AKP'Ê LI PÊVAJOYÊ'
Enmek da xuyakirin, ku ji ber şert û mercên rewşa awarte, gelek astengî derdikevin pêşiya pîşeyê wan û diyar kir, ji ber vê yekê ev 6 roj in nikare bi muwekîlên xwe yên binçavkirî re baxive. Enmek da zanîn, yekane agahiya li ser binçavkirinê gihîştiye ber destê wan ew e, ku binçavkirin ji ber lêpirsîna sala 2014'an hatiye kirin.
Enmek ragihand, kesên hatine binçavkirin jî di sala 2014'an de mirovên rêveberê partiyê, endamên meclîsa partiyê yan jî xebatkarên aktîf ên partiya siyasî bûn. Enmek got, "Di va operaysonan de ev agahî derket holê. Lêpirsîn di sala 2014'an de hatiye vekirin û hingî pêvajoyeke aştiyê hebû. Di nava vê pêvajoya aştiyê de gelek mutabaqat li her du aliyan çêbû bû. Tevî vê yekê jî, ji ber ku di nava partiyeke siyasî de dixebite û haya xwe jê nîne, lêpirsîn der barê van mirovan de hatiye vekirin. Ev yek jî niha eşkere dibe. Amadekarî ji vê re kirine. Ev jî nîşan dide, ku di pêvajoya aştiyê de dewlet û hikûmeta AKP'ê bi rastî jî ji dil nebûn û ji bo pêvajoya bixitimînin ketine nava her şêwe operasyonên siyasî. Ev nîşaneya helwesta AKP'ê ya ne ji dil e. Dibe ku di salên pêş de li ser vê serdemê lêpirsînên nû jî derkevin holê."
'WEKE PARÊZER, EM NIKARIN MUWEKÎLÊN XWE BIBÎNIN'
Enmek bal kişand ser binpêkirina mafê parastinê yê binçavkiriyan û got, "Beriya her tiştî mafê parastinê mafê bingehîn ê her kesî ye. Maf û azadiya mirov e. Di destûra bingehîn de hatiye destnîşankirin. Bi Rewşa Awarte re ev maf hat desteserkirin. Mafê me ye ku em agahiyên li ser muwekîlên xw bigirin, xwe bigihînin muwekîlên xwe yên binçavkirî. Lê belê pêşî li vî mafê me tê girtin. Em nikarin xwe bigihînin dozgerê erkdar. Carna dozger bi xwe, dosyayê radesî parêzeran nakin. Ev operasyon ji aliyê Şaxê TEM'ê ve tên meşandin. Li Şaxê TEM'ê jî mirov ji benda kontrolê wêdetir nikarin biçin. Bi giranî piştî 5 heta 6 rojan em dikarin hevdîtinê bikin. Ev jî bi welatekê ve hatiye girê dan. Eger wekalet tinebe, mirov qet nikarin hevdîtinê bikin. Mafê parastin û girtina alîkariya hiqûqî ji mirovan hatiye girtin."
'MAF Û AZADIYA MIROVAN TÊN ASTENGKIRIN'
Enmek destnîşan kir, ku li cihê maf û serdestiya hiqûq û demokrasiyê tê parastin, nabe ku maf û azadiya mirovan bê astengkirin û got, "Divê em baweriya xwe ya bi serweriya hiqûqê û demokrasiyê qet winda nekin. Di nava van zext û zordariyan de heta ji me bê em ê li mafên hevalên xwe û mafên xwe bigerin, biparêzin."