Operesyonên qirkirina siyasî didome: 1 jê zarok 15 kes hatin girtin

Ji 39 kesên ku li Edneyê hatin binçavkirin û îro şandin edliyeyê ku rêveberên HDP’ê jî din de ye, 1 jê zarok 15 kes hatin girtin. 8 jê zarok 10 kes cezayê malê lê hatin birîn, 1 zarok jî bi şertê kontrola edlî hate berdan.

Li Edeneyê piştî polîs bi navê Mûstefa Yelî ku di 6’ê Cotmehê hate kuştin û şûn de, di operasyonmnb serdegirtinên hemwext ên li ser malên de 23’ê jê zarok 39 kes hatibûn binçavkirin. Îro 39 kesên ku hatibûn binçavkirin şandin edliyeyê.

Di nava kesên ku hatibûn binçavkirin de, kesê bin navê S.Ş ku tê îdîakirin ku wî polîs Mûstefa Yelî kuştiye jî heye. 4 zarokên ku karûbarê wan ên li dozgeriyê temembûn û şûn de hatin berdan, 19 jê zarok 38 kesên din bi sucên mîna “Endamên propagandayê”, “Propagandaya rêxistinê kirin”, “Çalakiyên derveyî qanûnî li dar xistin û xebat meşandin” û “Li ser navê rêxistinê xebat dana meşandin” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehên cuda cuda kirin.

BAV Û KUR HATIN GIRTIN

Ji 19 zarokên ku sewqî dadgehê kirin zarokê bin navê S.D ê 16 salî hate girtin. Ji bo 8 zarok cezayê male û zarokek jî bi şertê konrola edlî hate berdan, 9 jî serbest hatin berdan. Dîsa ji 16 kesên, Rêveberên HDP’ê yê navçeya Yuregîr Omer Şengul û kurê wî Nevzat Şengul jî di nav de 14 kes ji aliyê dadgehê ve bi heman sucan hatin girtin.

F.B (13) ê ku di 7’ê Cotmehê de hat binçavkirin û cezayê malê lê hate birîn, ev meheke di bin çavan de ye.