Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), encamnameya civîna 4’ê Kanûnê ragihand.
Di encamnameyê de wiha hat gotin; “Desthilatdariya Qesr/AKP’ê piştî têkçûna hilbijartina 7’ê Hezîranê, rejîma ku dixwest ava bike bi firsendên ku hewldana 15’ê Tîrmehê jî bi kar anî û veguhest merheleyek nû. Qesr a ku daraz, qanûnsazî û rêveberî kir yekdest, hewl dide ku rejîma serokatiya emelî bike şêwazê saziya dîktatortiya yek zilamî. MHP a ku ‘bi xwe mûxalefet e, fikrên wê desthildat e’ jî, di vê rêkê de koalîsyona Qesrê ye. Guhertina Destûra Bingehîn jî berhema vê şirîkatiyê ye.”
Bal hat kişandin ku Qesr, bi hêza ku bi dest xistî, hewl dide tevahî hêzên demokratîk ên bîat nake bitepisîne, bipelçiqîne û tine bike, yekane çareyê jî di şerê navxweyî û derve de dibîne.
BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR
Di dewama encamnameyê de ev îfade hatin bikaranîn:
“Şerê ku bi îmhakirina topyekun a gelek bajarên Kurdan da destpêkirin, bi sepanînên mîna pêla girtinê ya li dijî tevahî azadîxwaz, demokrat û laîkan, jiwezîfekirina karkerên gelemperî, qedexekirina grevan, êrîşên li dijî çapemenî û medyaya demokratîk, girtina bi sedan komaleyan, bi serdegirtinên êvarî, dîlgirtina Hevserokên Giştî yên HDP’ê û parlamenteran û Hevşaredaran dide dewamkirin.
AKP/Qesrê çav berdaye Rojava, di dojeha Rojhilata Navîn de wahaya gelan a xuliqiye dike hedef.
Erdogan, yekane çareya xwe di hebûna desthilatdariya xwe de dibîne. Rawesta wê bikeve, bikeve wê hesab bide, bê darizandin. Ji ber ku sazûmaniya afirandiye ji her milî hildiweşe. Li xetên dewletê yên mezhebparêz, nîjadperez de paralîze çêbûne.
Civak ji rehma cemaatan, tarîqetan hatiye hiştin, zarokên gel ên feqî an tên tecawizkirin an jî li odeyên kilîtkirî yên wargehan dibên qurbanê şewatan. Karker, bi çavsoriya kar û rantê li madenan, înşaatan bi cinayetên kar tên kuştin.
Rejîma Rewşa Awarte û Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnê de jî tevî van polîtîkayên zext û tundiyê ji bo bêbandorkirina mûxalefetê tên bikaranîn. Qesr, plan dike ku bertekên ji ber aboriyê, krîza darayî jî dîsa bi van amûran bitepisîne.
Rewşa Awarte, di heman demê de li dijî destkeftî, laş, nasname, pratîka azadiyê ya jinê ku bi têkoşînên mezin bi dest anîne jî wek amûrek êrîşê tê bikaranîn.
Kongreya Demokratîk a Gelan, wek pêkhateya têkoşîna demokrasî, ked, jin, ciwan, ferdên LGBTÎ û bawerî û nasnameyên bindest, li dijî vê sazîbûna faşîst a di şertên Rewşa Awarte de bi pêş dikeve, bawer dike ku divê têkoşîna tevahî hêzên demokrasiyê bi hev re bê hûnandin.
HDK, li ser vî esasî di wezîfeyên xwe de bi biryar e. Meclîsa me ya Giştî; careke din deklare dike ku mîna Ji Bo Ked û Demokrasiyê Yekgirtina Hêzê, wê bi tevahî hêza xwe destekê bide bingehên têkoşîna hevpar a hêzên demokrasiyê û azadiyê.
HDK’e, li ser vî esasî banga xwe ya têkoşîna hevpar ji bo tevahî hêzên demokrasiyê dubare dike.”
Di encamnameyê de hat ragihandin ku li gel tevahî hêzên demokrasiyê li dijî Rewşa Awarte biryara kampanyayek berfireh hatiye girtin, ji bo piştevaniya gelê Şirnexê jî wiha hat gotin; “Heyeta me ya ku çû Şirnexê ku bi erdê re kirine yek, careke din bûye şahidê trajediyek mirovahiyê. HDK, di serî de gelê Şirnexê, wê piştevaniya gelan ên li bajarên ku hatine hilweşandin, tinekirin di her astê de bidomîne, ji birînên wan re bibe merhem, hovîtiya heyî teşhîr bike.”
BANGA JI BO SAZKIRIN Û BERBELAVKIRINA MECLÎSÊN GEL
Meclîsa Giştî ya HDK’ê di dawiya encamnameya xwe de ev bang û peyam da:
“Meclîsa me ya Giştî, bang li tevahî HDK’iyan dike ku lezê bidin rêxistinbûyinên xwecih, sazkirina meclîsên gel û berbelavkirina wan. Bawer dike ku wê li dijî zext û mêtingeriyê têkoşîna gel a bi pratîkek xurt û dewlemend bi saya van rêxistinbûyinên civakî pêk bîne.
Li dijî dîktatortiya yek zilamî ya ku tifaqa Qesr/Ergenekonê dixwaze bi vê pêla êrîş û referandûmê xwe hilavêjin, wê çîna karkeran, kedkaran û gelên me yên bindest ên bi hesreta cîhanek wekhev, azad, adil, demokratîk in, bersiva pêwîst bidinê.”