Rêxistina Efûyê têkildarî Sûrê raporek weşand

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî da xuyakirin, ku di dema "qedexeya derketina derve" de li Sûrê nêzî 40 hezar kes ji cih û warên xwe bûne.

Rêxistina Efûyê ya Navnetweyî (Amnesty Internation), têkildarî encamên "qedexeya derketina derve" ya li navçeya Sûr a Amedê raporek weşand. Rapor di encama lêkolîna ekîbek ji rêxistinê ya li herêmê, hate aamdekirin.

Di rapora Rêxistina Efûyê de hin xalên ku derketine pêş ev in: 

* Rayedarên şaredariyê texmîn dikin ku li Sûrê nêzî 40 hezar kes ji cih û warên xwe hatine koçberkirin.

* Bêyî ku bi niştecihên navçeyê ve îstişare bê kirin û ji bo ku niştecihên Sûrê li cihên dûrî navçeyê bên bicihkirin pêşiya projeya veguhestina bajar bê vekirin herî kêm ji serî 60'î navçeyê hate îstîmlaqkirin. 

* Jineke ku pê re hevdîtin hat kirin ji Rêxistina Efûyê re ragihandiye ku mala wê li qada ku 10 rojan qedexe hatiye îlan kirin bûye û piştî ku ji taxê derketiye mala wê hatiye talankirin û hemû tiştên wê yên li malê jî hatine xirakirin, parçekirin. 

* Guman nîne ku niştecihên Sûrê bêyî îradeya xwe malên xwe terikandine, bi zorê hatine derxistin. 

* Gelek kesan gotin ku bi koçberkirinê re betal mane. 

* Kesên ku li Sûrê di kirê de dimînin piştî ku ji cihên xwe derdikevin, kiraye ku mecbur in bidin ji kiraya wan a berê ji sedî 100 an jî ji sedî 200 buha bû. 

* Dema ku mirov bi tevahî li herêmê dinêre ev pêvajoya, guhertinên binesaziyê û transferkirina nifusê di bin navê ewlehî pêk anînê de kesên ku li vir dijîn ji cihên xwe derxistin û van deran ji nûve înşakirin planekî berî hatiye amadekirin e. Nêrînekî wisa dide mirov. 

* Walîtiya Amedê agahiya ku di Gulana 2016'an de dabû Rêxistina Efûyê heta 9'ê adara 2016'an cenazeyên 65 leşker û polîs û 65 kesên ku têkiliyên wan bi PKK'ê re hene derxistibûn. 

* Rayedaran diyar kirin ku xizmetên cemaweriyê ji ber ku şer zirar daye binesaziyê nikare bê dayîn lê gelê herêmê îdia kirin ku rayedaran xizmet bi zanebûn qut kirine. Polîsekî bi Rêxistina Efûyê re hevdîtin pêk anî jî gotinên ku îdiayên gel piştrast dike bi kar anî û got ku ji bo kesên ku li dijî leşker û polîsan şer dikin bêmoral bikin bi zanebûn ceryan û av qut kirine.

* Ji bo ev kesên ku hatine koçberkirin derfetên bi daxwaza xwe û layiqî rûmeta mirovan bikaribin vegerin cihên xwe yan jî bi daxwaza xwe bikaribin biçin herêmekî din a welat. Ji bo vê yekê divê derfek û şert û merc divê bê amadekirin. 

* Qedexeya derketina derve divê bêhtir neyê dirêjkirin û bê rakirin ji bo ku mirov bikaribin vegerin malên xwe, kargehên wan bên vekirin, jiyana aboriyê ya asayî ji nû ve bê înşakirin. Ji bo vê yekê divê gav bên avêtin. 

* Ji niştecihên Sûrê jinek dibêje ku bi hevser û 5 zarokên xwe re ji cih û warên xwe derxistin hêviyên wan şikandiye û wiha dibêje: "Jiyana min bi xizaniyê derbas bû. Tekane tiştê min ev mal bû. Daxawza min ew bû ku kurê min biçe zanîngehê. Niha ne mala min maye ne jî hêviya min a ku kurê xwe bişînim zanîngehê. 

* Divê niştecihên Sûrê têkîldarî biryara îstimlaqkirinê bên agahdarkirin beriya ku der barê pêşeroja navçeyê biryar bên girtin divê niştecihên taxan re hevdîtinên samîmî bên kirin.