Ji bo Demîrtaş gilî li HSYK hate kirin
Parêzerên Demîrtaş giliyê Wekîlê Serdozgerê Komarê yê Amedê Eker û Dadgerê 4. Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Amedê Bîlgîn kirin.
Parêzerên Demîrtaş giliyê Wekîlê Serdozgerê Komarê yê Amedê Eker û Dadgerê 4. Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Amedê Bîlgîn kirin.
Li ser navê Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê û Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz Kadîr Tûnç, Mûrat Engîn û Hevberdevka Stenbolê ya Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz Banû Guveren, ji ber tecrîdkirina Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê, îtiraz û gilî kirin.
Parêzer tevî Parlamenterên HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Bûrcû Çelîk û Erol Dora çûn Edliyeya Edîrneyê.
Parêzeran daxwaznameyên xwe yên îtirazê û gilîkirinê radestî Dadgeha Înfaza Ceza ya Edîrneyê, Dadgeha Cezayê Giran a Edîrneyê û Desteya Bilind a Dadger û Dozgeran (HSYK) kirin. Dadgeriya 2. a Ceza ya Sûlhê ya Amedê, di 04.11.2016'an de bi biryara lêpirsînê ya bi hejmara 2016/563, ji sûcê "Endametiya rêxistina çekdar" Demîrtaş girt û şand Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê.
4. Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Amedê, biryar da ku hevdîtinên Demîrtaş ên bi parêzeran re 3 mehan bên qeydkirin, belgeyên di navbera parêzer û girtî de werin dayîn û standin, bên qeydkirin û desteserkirin.
Parêzern ji ber vê yekê, têkildarî Wekîlê Serdozgerê Komarê yê Amedê Kûrtça Eker û Dadgerê 4. Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Amedê Salîh Zekî Bîlgîn, li Desteya Bilind a Dadger û Dozgeran (HSYK) gilî kirin.
Gilî ji ber sedema "bikaranîna erk û wezîfeya xwe ji bo nebaşiyê, xemsarî" û "gefa li azadiyê" hat kirin.
Parêzeran her wiha xwestin, orjînala hevpeyvîn û nameya Demîrtaş ên hatin sansurkirin, bên radestkirin.