Wîkîleaks, emaîlên Albayrak ê zilamê qirêj ê Erdogan weşadin
Wîkîleaks a ku gelek nivîsînên navneteweyî derxistin holê, nivîsînên e-posta yên aîdî Wezîarê Enerjiyê û zavayê Serokkomarê Tirk Erdogan, Berat Albayrak weşandin.
Wîkîleaks a ku gelek nivîsînên navneteweyî derxistin holê, nivîsînên e-posta yên aîdî Wezîarê Enerjiyê û zavayê Serokkomarê Tirk Erdogan, Berat Albayrak weşandin.
Hat diyarkirin ku nêzî 58 hezar nivîsînên e-posta ên ji 2000’ê heta 23’ê Îlana 2016’an, di vê pêvajoya 16 salan de, Albayrak bi çeteyên DAIŞ’ê re bazirganî kiriye û girêdana wî ya bi kargeha Powertransê re jî derxist holê.
Ji Nîsana 2000’ê heta 23’ê Îlona 20016’an nêzî 57.938 hezar e-maîle yên li ser hesabê fermî yên Albayrak hatine şandin, di hinek emaîlan de gotûbêjên di navbera Albayrak û parêzerên wî de ku li ser ‘Îspata girêdana wî ya bi Kargaha Powertrans re nîne’ tên dîtin.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Wîkîleaksê ve hate kirin, bal dikişîne ser emîlên Albayrak kû bazirganiya petrolê bi çeteyên DAIŞ’ê re dike û heman demê têkiliya wî ya bi kargehên mîna Powertransê re bi zelalî dide nîşandan.
HEWL DIDIE KU GIRÊDANÊN XWE YÊN BI POWERTRANSÊ RE ÎNKAR BIKE
Di e- postayekê de bi vekirî diyar dibe ku gotûbêjên Albyarak ên li gel parêzerên xwe girêdanên wî yên bi kargeha Powertansê re di aliyê civakî de înkar bike û parêzer jî dibêje: “Muwekîlê min Berat Albayrak ku ti girêdanê te bi kargeha ku navê wê derbas diber re nemaye.” Albayrak jî li pêşberî vê wiha dibêje: “Ev tê çi wateyê? Bi ti awayî têkiliya min bi vê kargehê re nîne” û dixwaze sererastiyê bike.
HEWLDANÊN KONTROLKIRINA TORÊN CIVAKÎ
Di daxuyaniyê de, AKP bi taybet piştî berxwedana Geziyê ya 2013’an û şûn de ji bo aktivîteyên tora civakî zêde bikin di derbarê bihêzkirina ‘Artiêşa troll’ agahî jî dane.
Albayrak ên ku karê qirêj ên Erdogan dike, di e-postekî ku Çileya 2013’an de şandî, firotina Medyaya Îpekê ya hevalên xwe ku ji aliyê dewletê ve hatibû bidestxistin ku aîdî cemaeta Gulen ji bo biparêze ketiye nava hewldanan.
QIRKIRINA LI DIJÎ KURDAN
Di dewama daxuyaniya ku ji aliyê Wîkîleaksê ve hate dayîn têkildarî zext û êrîşên AKP’ê yên li dijî Kurd û siyasetmedarên Kurdan wiha got: “Polîtîkayê qirkirinê yên dewleta Tirk a li dijî Kurdan ji nû ve dayîna destpêkirin.”
Ji beriya niha ji aliyê RedHack ve e-postên Berat Albayrak hatibûn bi dest xistin, lê ev e-postayên ku li Google Drîve û bernameya qeytkirinê Dropboxê hatin barkirin ji aliyê dewleta Tirk ve hatin astengkirin.