HDK: Keveneşopiya komkuj AKP/Erdogan didomînin

HDK ji ber sedema meha Adarê ku komkujî lê hatine jiyîn daxuyaniyeke nivîskî da û kevneşopiya zextê û komkuj niha Erdogan/AKP didomînin.

HDK’ê têkildarî komkujiyên Helepçe, Beyazit, Qamişlo, Umraniyê daxuyanî da û got, ‘’Em ji dîktaya yek zilamî re û ji komkujiyan re dibêjin, NA’
Kongreya Demokratîka Gelan (HDK) ji ber sedema meha Adarê komkujiyên di demên cihê de daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Meha Adarê bi komkujiyên di demên cihê de di bîra me de hatiye kolan. Komkujiyên Helepçe, Beyazit, Qamişlo, Gazî û Umraniyê di bîra gelên me de şopa xwe hiştine.’’

Bi berdewamî hate gotin, ‘’Dewletên zal û serwer ji bo domdarkirina pergalên xwe li dijî gel, bawerî û demokrasiyê komkujî û polîtîkayên xwe yên zextê didomînin’’ û hate gotin li Tirkiyê ev kevneşopî ji hêla polîtîkayên rejîma AKP/Erdogan ve tê domdarkirin.

 ‘JI BO HESABPIRSÎNÊ JI YEK-ZILAMÎ RE NA’

HDK’ê wiha got:

‘’Îro polîtîkayên komkujiyê serweriya AKP’ê berfirehtir didomîne. Di nav çarçoweya ‘plana têkşikînê de’ ku ji hêla Desteya Ewlekariya Millî ya Tirk ve hate amadekirin bajar hatin kavilkirin, bombekirin, mirov bi saxî hatin şewitandin. Heta ku dewlet bi komkujiyên xwe re hevrû nebe, hesab nede, komkujî zext û şewitandina mirovan wê berdewam be. Heke hesabê komkujiyên bi ser Kurdan û Elewiyan de bihatana dayin, berpirs bihatana diyarkirin îro polîtîkayên komkuj û qirkirinê nikarîbûn dom bikirana.

Ji Helepçe ta bi Gaziyê ji bo ku em hesabê komkujiyan bipirsin em ji ‘’dîktaya yek zilamî re’ ji ‘’komkujiyan re dibêjin, NA’. Em canên ku di komkujiyan de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînn, em diyar dikin ku me ew ji bîr nekirine û em ê wan nedin jibîrkirin.’’