PYD: 12’ê Adarê rê li ber Serhildanan vekir
PYD’ê, şehîdên serhildana 12’ê Adarê bibîr anî û got: “Gelê me gavên dîrokî avêtin û komployên dijmin, her çiqasî xurt û bi hêz jî bin wê gav bi şûnde neavêjin.”
PYD’ê, şehîdên serhildana 12’ê Adarê bibîr anî û got: “Gelê me gavên dîrokî avêtin û komployên dijmin, her çiqasî xurt û bi hêz jî bin wê gav bi şûnde neavêjin.”
Meclîsa Giştî ya PYD’ê, têkildarî 13. Salvegara Qamişloyê daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “ Îsal 13`emîn salvegera serhildana Qamişlo ku di 12`yê Adara 2004`an de hate pêkanîn, em bibîr tînin. Serhildana 12`yê Adarê bû serhildana avabûna îrade û hişmendiya gelerî ya ku sîstema zordestiyê red dike. Serhildana ku gelê me ji Dêrikê heya Qamişlo, Kobanê û Efrînê û gihîşte Heleb û Şamê jî derketin. Em vê serhildanê di demekê de ku gelê Kurd di nava şoreşa civakê de sîstema demokratîk li herêmên Rojava armanc digre bibîr tînin. Her wiha dawxaza çareseriya aloziya Ii Sûriyê jî dike ku di encama şer de bi sed hezaran kuştî, birîndar, wendayî û birîndar çêbûne .”
Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:
“Serhildana 12`yê Adarê gelek wate û nîşanên bi nirx bi xwe re anî. Tevî 13 sal di ser serhildana gelerî re derbas bû, îradeya komel a gelê me hat avakirin û li hemberî rejîma desthilatdar sekinîn, lê hin kesayet ji partiyên meclîsa Kurd roleke ne erênî û dijber li dijî berjewendiyên îradeya gelê Kurd û giştî pêkhateyên Bakurê Sûriyê, dilîzin û aloziyê kûrtir dikin.
Bi nirxên şehîdan û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, me karîbû rêya bidestxistina mafên rewa bidomînin, li ser vê rêya ku serhildana Adara 2004`an aliyekî wê bû, mîrasa felsefeya jiyana azad û xeta sêyem wek teorîk, nerîn û xebat hatin afirandin.
Em wekî Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD), serhildana 12 Adarî û şehîdên xwe birbîr tînin. Em soza bi şehîdên azadiyê re nû dikin em ê ji bo pêkanîna armancên ku ji bo wê şehîd bûne yên azadiyê, demokrasiyê û bicih anîna Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê bi hemû hêza xwe tevî hewildanên rejîmên herêmî yên zordest wek rejîma faşîst a Tirkiyê û neteweperestiya Kevin jî, em ê tevbigerin.”
GEL WÊ GAV BI ŞÛNDE NEAVÊJIN
Meclîsa PYD’ê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Em wekî Meclîsa PYD`ê de li hemberî Şehîdên azadiyê û şehîdên serhildana 12 Adarê jî di nav de bejina xwe ditewînin. Her wiha şehîdên şaredariya Qamişo jî di salvegera 3`yemîn de bibîr tînin û soz didin em ê li hemberî gefên aliyên tarî û zordestiyê serî netewînin ji ber ku gelê me pêngavên dîrokî avêtin û çiqas komplo mezin be jî paşve nakşin″.