Tirkan li Rotterdamê provokasyon kirin

Piştî ku wezîrên Tirk ên ji bo propaganda dîktatoriyê bikin xwestin bên Hollandayê û destûra hatina wan nehat dayîn, hin komên ji aliyê AKP'ê ve hatin birêxistin kirin, li Rotterdamê provokasyon kirin.

Polîsan dest li xwepêşandanan werdan û welatiyên Hollandayê yên li herêmê jî nerazîbûn nîşanî endamên AKP'ê yên faşîst dan.

Di navbera polîsan û AKP'yiyên li kolana Westlaak a Rotterdamê li hev civiya bûn, ku Konsolosxaneya Tirk li vir e, şer derket. AKP'yiyan kevirên li qiraxa rê rakirin û êrîşî polîsan kirin.

Polîsên Hollandayê jî neçar man bi ava şid dest li AKP'yiyên êrîşkar werdin û ji bo pêşî li aloziyê bê girtin, polîsên li ser hespan, li kolanan geriyan.

Nûçegihana rojnameya De Telegraffê Marîeke van Essen ragihand, welatiyên Hollandayê yên li herêmê jî nerazîbûn nîşanî êrîşkariya AKP'yiyan dan. 

Van Essen da xuyakirin, AKP'yî û komên din ên faşîst bi ço li nava kolanan geriyan.