Li Amed û Îzmîrê çalakiya xizmên windayan didome

Li Amed û Îzmîrê xizmên winda û parêzvanên mafê mirovan, aqûbeta kesûkarên xwe yên ku ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin û windakirin pirsîn.

Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 422’yan de salona ÎHD'ê ya Amedê berdewam kir. Xizmên windayan ku ji sala 2009’an were li Parka KoşuyolÛyê li ber Abîdeya Mafê Jiyanê çalakiya xwe pêkdianîn, ji ber walîtiya Amedê çalakiyên li derve qedexekirin ev 29 hefteye li avahiya ÎHD’ê çalakiya xwe pêk tînin. Di çalakiyê de endam û rêveberên ÎHD'ê û xizmên windayan amade bûn. Dîsa xizmên windayan pankarta "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" û wêneyên girtiyan rakirin. Xizmên windayan vê hefteyê aqûbeta Ridvan Karakoç ê ku di sala 1994’an de li Stenbolê biryara girtina wî hatibû dayîn û ji 20’ê Sibata 1995’an agahî jê nayê girtin pirsîn.


Beriya çalakiya rûniştinê Endamê Komîsyona Windaya yê ÎHD’ê Adnan Orhan axivî û diyar kir ku ji bo dad bi cih were ew ê pirsîna aqûbeta windayan bidomînin. Orhan, da zanîn divê kujer bên darizandin û wiha got: “Em dibêjin ku ji bo rastî were lêkolînkirin divê komîsyonek bê avakirin. Divê dewlet bi rastiya windayan re bê rûyê hev.”

Piştî axaftinan Rêveberê ÎHD’ê yê Amedê Emîn Ermîn çîroka Ridvan Karakoç ê ku di sala 1994’an de li Stenbolê biryara girtina wî hatibû dayîn û ji 20’ê Sibata 1995’an agahî jê nayê girtin vegot. Ermîn diyar kir ku bi salan dayîka Karakoç Asiye ji bo aqûbeta kurê xwe bipirse têkoşîn meşan û li qadan bû lê bêyî aqûbeta kurê xwe bizanibe jiyana xwe ji dest da.

Piştî daxuyaniya hat dayîn xizmên windayan çalakiya rûniştinê pêk anîn.

ÎZMÎR

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmirê li pêş Sumerbank a Konakê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Gelek parazvanên mafên mirovan û nûnerên saziyês sivîl û civakî û rêveberên partiyên siyasî tev li daxuyaniyê bûn. Li ser navê Komê Rêveberê ÎHD'ê yê Îzmirê Deniz Bayrak daxuyanî da. Bayrak, bi minasebeta 8'ê Adarê jinên di salên 1990’an de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anî. Bayrak, diyar kir ku Ayten Oztûrk li Dersimê wekî karmend dixebitî û di 28'ê Tîrmeha 1992'an de ji aliyê 3 kesên bi maşîneya spî ve hatin revandin û piştre agahî jî nehat girtin. Bayrak, anî ziman ku bav Hidir Ozturk serî li polîs û dozgeriyê da, lê tu encam bi dest nexist. Bayrak, da zanîn ku li ser îxbara bi telefona di 8'ê Tebaxa 1992’an de ji Nexweşxaneya Dewletê ya Xerpêtê ji wan re hat bûn xwedî agahi û wiha got: "Şivanekî Ayten Oztûrk li ser rêya Bejayî ya Xerpêtê li qada Kartaltepe nîv veşartî dît. Ji ber êşkenceyê êdî nedihat nasîn. Çerê mê hatibû gurandin û hin perçeyê laşê wê hatibû qetandin. Malbata Oztûrk di 21'ê Cotmeha 2013'an de serî li Dadgeha Qanuna Bingehîn dan. Dadgehê di 21'ê Nîsana 2016’an de biryar girt ku mafê wê hatiye îhlalkirin û biryar da ku 50 hezar TL bide malbatê. 

JINÊN LI GUNDIKÊ MIRIK HATIN WINDAKIRIN LI KÛ NE?

Bayrak, anî zima nku li herêma gundikê Mirikê operasyonên leşkerî zêde bûn û ji ber şer û serdegirtina malan malbatan ji mezrayê koç kirin û wiha got: "Di 24'ê Îlona 1994'an de malbata Işik û Serin li mezrayê man. Leşkeran zarokên wan Hatun Işik, Elîf Işik, Yeter Işik, Gulîzar Serîn û Dîlek Serîn binçav kirin û piştre agahî ji wan nehat girtin. Malbatê serî li DMME'ê dan. Di 5'ê Cotmeha 1994'an de Lutfiye Kaçar hat windakirin. Malbat û parêzerên Kaçar û ÎHD'ê serî li rayedarên fermî dan, lê ti agahî bi dest nexistine. Di rapora otopsiyê ya 24'ê Çila 1995’an derket holê ku di 28'ê Çileya 1995'an de hatiye kuştin. Di 26'ê Îlona 1996'an de Zozan Eren careke din agahî jê nehat girtin.