Rayedarê Rêxistina Efûyê Dalhuîse got daneyên di rapora NY’yê de lêkolînên wan rast derdixînin û got: ‘’Ev dane, lêkolîna me ya di wê biwarê de nîşan didin ku rayedarên Tirkiyê zexteke wiha tund pêk anîne ku bûye sedeme li başûrê rojhilata nifûseke mezin ji cih û warê xwe bibin û gel bi giştî were cezakirin.’’
Dalhuîsen wiha got: ‘’Binbariya dewletê ya ji bo avakirina ewlekariyê bi rengê ku li hin deverên ku mirov lê dijîn demeke dirêj qedexeya derketinê ragihîne, bi zorê ji şûnwarê wan bike, milk hilweşîne an jî camewerî bike, bi hinceta ku hêza zêde bi kar bîne nikare were pêkanîn.
Lêkolînên me diyar kirin ku li Amedê niştecihên ku ji şûnwarên xwe bûne, ji ber ku nikarin di şertên baş de bi cih û war bibin, ji bo ku bigijin xizmeteke baş têdikoşin.
Malbatên ku jixwe hejar bûn, ji ber sedema kêmbûna kar û derfetên perwedehiyê û ji ber sedema ku tazmînata hewce nestandine ketine rewşeke şepirze de.’’
‘DIVÊ TIRKIYE TEVBIGERE’
Dalhuîsen wiha got: ‘Bi rapora Komîseriya Bilind a NY’yê Tirkiye bêyî ku bi derengî bikeve divê tevbigere. Li tevahiya herêmê divê qedexeyên derketina derve rabin. Divê ziyana şêniyên navçeyan were dayin û ji mal û taxên wan çi mabin divê bikaribin vegerin.’’