Malbatên endamên DAIŞ'ê yên biyanî ji Reqayê direvin

Bi operasyonên Xezeba Firatê re dor li Reqayê tê girtin û cih li çeteyên DAIŞ'ê teng dibe. Li gorî agahiyan, malbatên bi sedan çeteyan dest bi reva ji Reqayê kirine.

Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ku navenda wê li paytexta Îngilîstan Londonê ye, di nava du rojên dawî de 300 malbatên çeteyan ji Reqayê reviyane.

SOHR'ê ragihand, malbatên çeteyên biyanî yên DAIŞ'ê reviyane û diyar kir, ev kesên navborî bi rêya botan ji çemê Firatê derbas bûne û bajar terikandine. Li gorî daxuyaniyê, ev malbatên çeteyan reviyane herêmên Dêra Zor û Hamayê yên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine dagirkirin. Hat destnîşankirin, ku reva malbatên çeteyan a ji Reqayê, ji ber dorgirtina bajêr ji aliyê hêzên QSD'ê ve ye.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji aliyên rojava, bakur û rojhilat ve rêyên ser bi Reqayê birîne û bi qasî 5-8 kîlometreyan xwe nêzî bajêr kirine. Tê gotin, çete dikarin encax ji aliyê başûr ve hêz û alîkariyê ji xwe re peyda bike, lê belê ev yek jî gelekî zehmet e.