Sedema her kesî ya ji bo ’na’ heye

Me li gelê Izmîrê guhdarî kir ku di referandûmê de dengê ‚’na’ herî pir wê li wir derkeve. Gel rejîma yek zilamî naxwaze!

Li Izmîrê ku mirovên ji bawerî û nasnameyên cuda lê dijîn, li bajarê kozmopolît me têkildarî referandûmê me rajêna gel pîva.

Li Izmîrê her çend rêjeya dengan her hilbijartin biguhere jî, bi awayekî teqez lê tê nerî ku dengê na herî pir wê ji Izmîrê derkeve. Li bajêr ku nifûsa Elewî û Kurdan lê zêde ye, hin ji bo laîktî û hin jî ji bo bajarên kavilbûyî dibêjin, na.

Li Izmîrê ku her kesek xwedî sedemên ‚’’na’’ e me li Kurdan û Elewiyan guhdarî kir.

’’KURD WÊ BIBÊJIN NA’’

Bakî Uyel diyar kir ku ew bawer nake ku keseke bikaribe welatekî bi rê ve bibe û yek zilam wê nikaribe biryarên rast bide û got ji bo vê jî ew ê bibêje na. Unyel wiha got:’’Ji bo ku ez dizanim ku wê welatekî demokratîk pê ve neyê ez dibêjim na. Ji bo çi divê Kurd bibêjin na? Kurd ji bo li dijî sîstema yek dewletî, yek ziman, yek miletî ne divê bibêjin, na. Ji wê sîstemê re ku wekîlan wan têne girtin helbet wê na bibêjin. Kurd ji bo ku kesê dibêje yek zilam bûye namzedê seroktiyê divê bibêjin na. Ji nûnerê ku bi hezaran Kurd girtin, bajarên wan kavilkirin helbet Kurd divê bibêjin na. Ev ne sîstema seroktiyê ye. Sîstema dîktatoriyê ye ku ti caran wê nikaribe were kontrolkirin. Ez Tirk jî bim Kurd jî bim dibêjim na. Kurd ji dîktatoriyê re wê bibêjin na. Ji bo ku mirov bibêje, na, mirov mirov be bes e.’’

’’ELEWÎ WÊ BIBÊJIN NA’

Sakîne Sarîsaltik diyar kir ku ji bo ku ew bibêjin na sedemên zêdetir ji bo Elewiyan hene û got,’’ Bi guherîna sîstemê zêdetir wê bikaribin serê ji jiyana xelkê biêşînin. Li dibistanan perwerdehiya laîkî nayê dayin niha perwerdehiya îslamî tê dayin. Elewiyan bi salan e ku miemeleya ên din dîtin. Yasayeke ku me nas nake em jî wê nas nakin. Em ê bibêjin na. Em bang li hemû komele û rêveberên Elewî dikin ku em yasaya ku me nas neke em jî nas nekin. Di referandûmê de ku ne ji bo gel e, em ê ji bo nayê bixebitin.’’

’’JI BO EDALETÊ EZ Ê BIBÊJIM NA’’

Hanim Yildirim got ji bo edelatê ew ê bibêjin na û got, hevserê wê ev 24 sal in di girtîgehê de ye û ji bo ku zêdetir nehiqûqiyan nejî ew ê bibêje na. Yildirim wiha got: ‚Bi salan e ku me pir kişand. Weke Kurdan me pir kişand. Dixwaze bibe yek zilam. Heke em destûra vê bidin wê pir bi ser me de werin. Ji bo gel ji bo xwe em dibêjin an. Divê Kurd bibêjin na. Li taxê bi kê re diaxivim dibêjin em ê bibêjin na. Ez hêvî dikim ku ya bixêr be. Ji bo gundên me yên şewitî, ji bo mirovên me yên ku hatin kuştin divê em bibêjin na. Jiyan pir biha ye ku erê derkeve wê zem were. Ji bo edelat û aştiyê na.’’

’HER KESÊ KU TÊ MÊTIN DIVÊ BIBÊJE NA’’

Ayşe Ipîn jî wiha dibêje: ‚’Kedkar û karker divê bibêjin na. Her roj zem tê ser her tiştî. Ez weke Elewiyekê dibêjim na. Ji bo pergala xwe ew dibêjin erê. Em çima bibêjin erê? Wê çi sûda wê ji bo me hebe? Hemû kesên ku têne mêtin û tine têne hesibandin divê bibêjin na. Karkar, bê kar, Elewî, Sinnî divê bibêjin na. Herî pir ên ku têne vederkirin divê bibêjin na.

’’JI BO CIZÎR, SÛRÊ NA’’

Yusuf Ozmen got ew ê ji bo bajarên ku hatine şewitandin bibêje na û got: ‚Ez ê ji bo Sûrê, Cizîrê û Nisêbînê bibêjim na. Ji bo kesên ku hatine kuştin. Çima bibêjim erê? Wan bajarên me şewitand. Niha bê fedî li rûyê me dinerin. Wê çawa werin ber deriyên me. Bêhtir şer û komkujiyê dixwazin. Em ê vê çawa qebûl bikin. Helbet,na. Ez ji van bawer nakim. Kurd wê bibêjin na. Heke em zêdetir komkujî û mirinê naxwazin divê em bibêjin na. Dixwazin tişta ku kirin ji wan re bimîne. Kes li gel nafikire. Wekî wiha ye bila ji bo me jî di xal bixistanê.’’