Komîsyona YE: Alîkariyên malî yên ji bo Tirkiyeyê hate rawestandin

Endamê berpirsyarê Pêxsitina Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Johannes Hahn, ragihand ku hinek alîkariyên ku ji aliyê YE’yê ve ji bo Tirkiyeyê tên dayîn, dane rawestandin.

Endamê Berpirsyarê Pêşxistin û Polîtîkaya Cîrantiyê ya Komîsyona YE’yê Johannes Hahn, daxuyaniyek da û diyar kir, li qadên ku hatin tesbîtkirin ku pêşketin li pêk nehatiye, alîkariyên ku YE’yê ji bo Tirikiyeyê dihate şandin dane rawestandin.

Hahn destnîşan kir ku hatiye plankirin ku rêjeya alîkariya ku di navbera 2014-2020’an de bide Tirkiyeyê 4 mîlyar û 450 milyon ewro ye, bi xwezayî “rewş hatiye wê astê ku mûzakere” bên rawestandin.

Hahn, diyar kir ku Tirkiye her ku diçe ji YE’yê dûr dikeve, di dema muzakereyan de sernavên nû derneketin, ji ber vê yekê “rewş hatiye wê astê ku mûzakere” bên rawestandin.