Li Elmanya bangên ji bo boykota turîzma Tirkiyê zêdetir dibe

Ji ber sedema polîtîkayên faşîst ên li Kurdistan û Tirkiyê tê zanîn ku turîstên Elman ji peravên Tirk dûr dikevin. Hijmara turîstên Elman ên 5,6 6 milyon bûn û 2016’an ev dakete 3.9 milyonî.

Hevseroka Dîe Lînke (Partiye Çepgir) Katja Kîppîng ji ARD’ê re axivî, rexne li Serokwezîr Angela Merkel anî ji ber sedema ku têkiliyên xwe bi AKP’ê re didomîne û her wiha got boykota turîzmê jî vebijêrkeke girîng e.

Kippîng diyar kir ku mebesta boykotê ne ew e ku ziyanê bidin mirovên Tirk lê ya girîng ew e ku pemasa ‚’demokrasî û hurmeta li mafê mirovan’ bidin Erdogan.

Kîppîng diyar kir ku li welatekî Rewşa Awarte lê hate mirov nikarin li peravan sist bibin û bang kir ku turîstên Elman neçin Tirkiyê.

Hevserokê Keskan Cem Ozdemîr ê Tirk got ew nafikire ku li Tirkiyê tatîlê bike. Ozdemîr beriya niha jî ji hêla AKP-Erdogan ve hedef hatibû nîşandan û ji hin kesên faşîst gef lê xwaribûn.

SEROKÊ MECLÎSA CDU JÎ WÊ NEÇE TIRKIYÊ

Serokê Koma Meclîsê ya partiya Angela Merkel CDU Volker Kauder jî destek da banga boykotê ya Partiya Çepgir û Keskan. Kauder got,’ divê mirov şaş nemîne ku turîmza welatekî ku nûnerên wan weke Erdogan tevdigerin bi paş ve biçe’ û got teqez e ku ew ê neçe Tirkiyê û betlaneya xwe li wir neke.

Li ser boykota turîzmê li facebookê bang têne kirin û bi deh hezaran kes destekê didin. Rûpela ku ramanên Kîppîng, Volker, Kauder û Cem Ozdemîr par ve dikin duh 25 hezar kes bûn, nêzî 5 hezar kesî destek da sernava ‚’Turkekî-Boykott’’