Muzisyenê ji Dêrsimê Emre Saltik jiyana xwe ji dest da
Yek ji muzisyenên gel yê herî girîng, Muzisyenê ji Dêrsimê Emre Saltik îro di seatên nîvro de jiyana xwe ji dest da.
Yek ji muzisyenên gel yê herî girîng, Muzisyenê ji Dêrsimê Emre Saltik îro di seatên nîvro de jiyana xwe ji dest da.
Emre Saltik ê ku roja Çarşemê krîza dil derbaskirî û rakirin nexweşxaneyê li rexmê hemû mûdaxeleyan, îro di seatên nivro de jiyana xwe ji dest da.
Emre Saltik sala 1960 li navçeya Dêrsimê Pulurê jidayîk dibe. Bi Arif Sag re gelek xebatên girîng da meşandin. Gelek albumên Saltik hebûn û di salên dawiyê de weke mamostayekî xebatên çandê didomand.