Li Munîhê banga ji bo Barzanî: Dev ji îxanetê biqere!

Li Munîh û Berlînê ya Elmanya bi mebesta êrîşa çeteyên PDK’ê yên bi ser Şengalê de werin şermezarkirin çalakî hatin lidarxistin û bang li Barzanî hate kirin ku dev ji îxaneta xwe biqere.

MUNÎH

Bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Kurdistanî li Munîh Marîenplatzê hatin hev û êrîşa hevpar a AKP-PDK’ê ya bi ser Şengalê de şermezar kirin. Di çalakiyê de ku li ber Şaredariya Munîhê pêk hat posterên Ocaaln û alayên YBŞ’ê hatin hildan.

Di çalakiyê de hate gotin PDK ya ku dema DAIŞ’ê bi ser Şengalê de girtî reviyayî niha jî êrîşê dibe ser YBŞ’ê ya ku parastina Şengalê dike. Hate gotin ku ev îxanet wê ti carî neyê jibîrkirin û hate xwestin ku Mesûd Barzanî zû dev ji têkiliyên xwe yên bi Tirkiyê re biqere û dawî li êrîşên xwe yên bi ser Şengalê de bîne.

Di çalakiyê de her wiha ji bo 8’ê Adarê jî bang hat ekirin ku îro saet 14’an li Odeonplatzê wê were pîrozkirin.

BERLÎN

Li Berlîn a Elmanya jî êrîşan PDK’ê ya bi ser Şengalê de ji hêla Êzdiyan û saziyên Kurd ve hate şermezarkirin.

Li ser navê partiya Dî Lînek û her wiha berdevkê Konseya Ewropa Andrej Hundko axivî û got:’’Beriya niha jî em li dij derketin ku çek hatin şandin. Lê gotin ji bo ku Êzîdiyan biparêzin em çekan didin PDK’ê. Mixabin derkete holê ku li dijî Êzîdiyan bi kar tînin. Em pir xemgînin. Lê di vê mijarê de heta dawiyê em ê li gel Êzîdyan bin û dev ji vê mijarê neqerin.’’

Di mîtîngê de dosyayên têkildarî êrîşan dane Meclîsa Federal, bi Elmanî û Ingilîzî danezan hatin xwendin.

Yek ji organîzatorê mîtîngê Yilmaz Gunay xwest ku PDK pêşmergeyên xwe bikişîne û got: ‚Herêm rizgar bûye. YBŞ-YJŞ parastina wir dikin. Hewceyî pê nîn e ku pêşmergeyên PDK’ê wira dagir bikin. Armanca sereke ya PDK’ê ew e ku têkiliya Şengal û Rojava qut bike. Dixwazin li ser Şengalê dîktatoriya xwe ava bikin. Lê em ê destûra vê nedin.’’

Saziyên weke NAV-YEK, Meclîsa Jinên Êzîdî-Berlîn, Hevbendiya Êzîdiyên Sûriyê, Meclîsa Şengal ya Derveyî Welat di mîtîngê de hazir bûn.